Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin

Meclîsa Tenduristiyê yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi navê Şehîd Elî Mihemed vekir.

Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin
Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin
Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin
Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin
Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin
Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin
Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin
Yekemîn navenda tenduristiyê li taxa Eşrefiyê hate vekirin
27 ÇILE, 2019   19:10

HELEB

Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê ji ber tinebûna navendeke tenduristiyê li nêzê taxê zehmetî dikişandin. Meclisa Tenduristiyê îro bi merasîmekê yekemîn navenda tenduristiyê li taxê  bi navê  Şehîd Elî vekir. Navend dê bê pere xizmeta şêniyan bike.

Navendê ji beşê (destwerdana lezgîn, Hundirîn, jinan û zarokan) pêk tê. Di navendê de 6 kes di navbera bijîşk û berdestokên bijîşkan dixebitin.

Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê  Rûken Temo bi xêrhatina beşdarvanan kir û destnîşan kir ku navend piştî zêdebûna hejmara şêniyên taxê hate vekirin û diyar kir ku nexweşxane an jî navendên tenduristiyê nêzî taxê tinebûn.

Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Semîra Elûş vekirina navendê li şêniyên taxê pîroz kir.

Hinek şêniyên taxa Eşrefiyê ji ajansa me re kêfxweşiya xwe bi vekirina navendê anîn ziman û spasiya Meclîsa Tenduristiyê kirin.

Navend bi destê dayika Şehîd Mihemed Elî Mihemed hate vekirin.

Di dawiyê de bavê Şehîd Mihemed Elî Mihemed  şirîta navendê qut kir.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku  Şehîd Elî  Mihemed ê ji pêkhateya Ereb yek jî hemşîreyên taxê bû û sala 2013‘an de di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk li ser taxê şehîd bû.

(dh)

ANHA