Piştî aloziya duh, li El-Mensûra rewş aram e

Berdevkê fermî yê Meclisa Lihevanînê ya êlên herêma Tebqayê Abdullah El-Mudehî got hindek kesan bi zanebûn tevlihevî li bajarokê El-Mensûra derxistin. Her wiha diyar kir ku piştî tevliheviya ku duh derket, niha li bajarok aramiyek heye.

Piştî aloziya duh, li El-Mensûra rewş aram e
24 ÇILE, 2019   10:22

TEBQA

Duh li bajarokê El-Mensûra yê başûrê rojhilatê herêma Tebqayê tevlihevî derket.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Tebqayê der barê vê yekê de biryarnameyek li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir.

Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

"Li bajarokê El-Mensûra yê girêdayî herêma Tebqayê roja çarşemê 23`ê Çileya 2019`an saet di 12:30`an de, dema ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn erka xwe ya kontrolkirinê li ser bendên kontrolê pêk dianî, kesek ku derbas dibû, li cem endamên ku li ser benda kontrolê bûn nesekinî. Ji ber wê yek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir û ji ber wê ajokarê erebeyê birîndar bû û di encama wê de jiyana xwe ji dest da."  

Berdevkê fermî yê Meclisa Lihevanînê ya Tebqayê Abdullah El-Mudehî ku niha li bajarokê El-Mensûra dimîne, diyar kir ku duh malbata kesê ku jiyana xwe ji dest da ku ji êla El-Bû Xemîse ye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rûspiyên êlên herêmê li hev civiyan.

El-Mudehî got kesên ku duh tevlihevî derxistin tu girêdanên wan bi kesê ku jiyana xwe ji dest da tune ye û ew kes nehatin naskirin û ejindeyên wan li derve hene.

Bajarokê El-Mensûra nêzî herêmên di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyê de ye.

El-Mudehî teqez kir ku êla El-Bû Xemîs teqez kiriye tu têkiliyên wan bi tevliheviya ku çêbû tune ye û ew xwe ji kesên ku tevliheviyê li herêmê derdixin, bêrî dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji şevê din ve çûn û hatin li herêmê qedexe kir. Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexekirin dê 72 saetan dewam bike.

(bx)

ANHA