MSD: Rizgarkirina Efrînê erka me ya sereke ye

MSD‘ê banga li gelê Sûriyê û dostên wê kir ku beşdarî çalakiyên roja cîhanî ya piştgiriya Efrînê bibin û got, rizgarkirina Efrînê erka me ya sereke ye.

MSD: Rizgarkirina Efrînê erka me ya sereke ye
19 ÇILE, 2019   18:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

'Di ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê û îsrara rizgarkirinê salek derbas dibe. Salek beriya niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê êrîşî Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ‘ê û tevahî gelê Efrînê 58 rojan bi qehremanî li ber xwe dan. Berxwedana Efrînê hêjayî bû ku bibe Berxwedana Serdemê. Ne tenê ji ber ferqa di navbera arêtşa êrîşker û gelê berxwedêr de di aliyê hejmar û çek de, lê belê ji ber berxwedaniya efsanewî ku gel ragihand û bêdengiya navdewletî ya ji êrîşan re.

Wekê tê zanîn hemû hewldanên pergala Enqerayê ya zordest di Sûriyê de têk çûn, çi bi ferzkirina dorpêça li ser herêmê be, an jî bi şandina komên çekdar be, dîsa jî Efrîn serî netewand. Lê belê rêya demokratîkbûyîn a endamtiya Sûriyê hilbijart û bi Kobanê û Cizîrê rêveberiyek sivîl û demokratîk di Çileya 2014'an de ragihand  Bi vê yekê bû nimuneya bajarê ewle yê ku ji hêla şêniyên xwe ve tê birêveberbirin. Bi rêya Rêveberiya Xweser ji derdora 500 hezar Sûrî re ji herêmên Sûriyê yên cuda, veguherî stargehek ewle.

Wek MSD'ê bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên Tirkiyê li dijî Efrînê em bejna xwe li ber lehengiyên ku veguherîn îlham û hêviya gelên blindest mîna şehîd Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Karker û tevahiya şehîdên ku hejmara wan hezar şehîd derbas kir ditewînin. Em banga israr û hevgirtina bi berxwedana ku desrbasî pêngava xwe ya duyemîn bûye dikin. Divê vegera şêniyan di çarçoveya vegera ewlehiya Efrînê de li gorî nimuneya wê ya demokratîk pêk were ku ku çareseriya guncew ji aloziya Sûriyê re hat hesbandin û hîna jî tê hesband û vegera ewlehî ji tevahiya Sûriyê pêk were. Em hêzên girêdayî artêşa Sûriyê yên ku piştevaniya YPJ û YPG'ê di roja 33 a berxwedanê de kirine û Efrîn wek beşek ji erdnîgariya Sûriyê parastine silav dikin. Em tevahiya şehîdên berxwedanê û azadiyê bi bîtînin.

Em bang li tevahiya dostên gelê Sûriyê, Efrînê, alîgirê azadiyê, hêz, partiyên siyasî û kesayetên demokratîk niştîmanî û ilmanî li Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku  piştgiriya Efrînê bikin û roja 20'ê Çileyê weka Roja Cîhanî ya Piştgiriya Efrînê diyar bikin. Em ji ،Konseya Ewlehiyê ya NY'yê, rêxistinên mafên mirovan, Efû ya Navdewletî û saziyên civaka sivîl dikin ku bal bikşînin ser sûcên ku der heqê gelê me de li Efrînê pêk tên û kesên berpirsên wan sûcan muhesebe bikin. Di heman demê de em di rizgarkirina Efrînê de bi israrin û êdî bû bingehek ji çareseriya aloziya Sûriyê.

(şx)

ANHA