Jinên ciwan ên Tebqayê berxwedana Leyla Guven silav kirin

Jinên Ciwan ên herêma Tebqayê bi daxuyaniyekê çalakiya Leyla Guven re silav kirin û wekî "Berxwedaneke dîrokî" bi nav kirin.

Jinên ciwan ên Tebqayê berxwedana Leyla Guven silav kirin
19 ÇILE, 2019   17:30

TEBQA

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê bi daxuyaniyekê çalakiya Parlamantera HDP‘ê ya Colemêgerê û Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 73 roj di girîtgeha dewleta Tirk di greva birçîbûnê de ye silav kirin.

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Tebqayê li ber avahiyê yekîtiyê kom bûn. Jinên ciwan pankartên "Bimire dagirkeriya Tirkiyê, bijî berxwedana jina azad" vekiribûn û wêneyên Leyla Guven û alên Yekitiya Jinên Ciwan hilda bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama yekîtiyê Zihûr El-Xerb ve hate xwendin.

Zihûr anî ziman ku Erdoganê dîktator ê faşîz hemû hewldanan dike da ku dengê azadiyê bisekinîne, lew re mirovên ku banga mirovatî û azadiyê dikin girtin.

Zihûr got "Leyla Guven bûye sembola berxwedan û têkoşînê di girtîgehên faşîzmaya Tirkiyê, bi fikrê bi hêz e, berxwedana wê di rûpelên dîrokê de hatiye xêzkirin û navê wê bi tîpên zêrîn hatiye nîvîsandin."

Zihûr El-Xerb di dawiyêberxwedana Leyla Guven û çalakiya kir û got, " Berxwedana me berdewam e, îradeya me ti carî naşkê, em hemû Leyla Guven in. "

ANHA