Naveroka xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re hin xal amade kirin. Yekitiya axa Sûriyê, parastin û perwerdeya li herêmên Rêveberiya Xweser girîngtirîn xalên hevdîtinan in.

Naveroka xalên hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê
19 ÇILE, 2019   11:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Hin xalên belgenameya ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re amade kirine, gihîştin ANHA`yê.

Hin xalên ku gihîştine ANHA`yê wiha ne:

1-Yekitiya axa Sûriyê.

2-Sîstema Sûriyê dê sîstemeke komarî ya demokratîk be, rêveberiyên xweser beşek ji vê sîstemê ne.

3-Dê nûnerên rêveberiya xweser di parlemana navendî ya li Şamê de hebin.

4-Li kêleka ala Sûriyê dê alên rêveberiyên xweser jî hebin.

5-Xebatên dîplomasiyê li herêmên rêveberiyên xweser bi awayê ku ne li dijî berjewendiyên gelên Sûriyê û ne li dijî makezagonê (destûr) bin, bêne birêvebirin.

6-Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşek ji artêşa Sûriyê ne, ew berpirsê parastina sînorên Sûriyê ne.

7-Hêzên Ewlehiya Hundirîn li herêmên rêveberiyên xweser, girêdayî meclisên herêmî dixebitin, bi awayê ku ne li dijî makezagona Sûriyê be.

8-Li herêmên rêveberiyên xweser zimanê dayikê zimanê perwerdeyê ye, zimanê fermî jî li Sûriyê erebî ye.

9-Li herêmên rêveberiyên xweser li fakulteyên dîrok, çand, ziman û wêje û beşên girêdayî wan, zimanê perwerdeyê dê zimanên herêmî bin.

10-Xêr û bêrên (dewlemendÎ) Sûriyê bi awayekî dadmend li herêman bêne belavkirin.

(k)