Êlekzeran banga tevgereke nû kir

Tevgera Êlekzeran bang kir ku careke din li Parîs û gelek bajarên Fransayê dakevin qadan.

Êlekzeran banga tevgereke nû kir
19 ÇILE, 2019   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî destpêkirina danûstandinên neteweyî ku serokê Feransayê Emmanuel Macron dabûn destpêkirin, tevgera Êlekzeran îro bang kir ku careke din dakevin qadan.

Ji bo meşên ku îro li Parîs û gelek bajarên Fransayê pêk werin, gelek tedbîrên ewlekariyê hatin girtin.

Xwepêşandanên tevgera Êlekzeran di 17`ê Mijdarê dest pê kiribû.