Kongreya Star rolek bingehîn di yekrêziya jinan de dilîze

Kongreya Star di nava salên dawîn de jin li bajar û herêmên Bakurê Sûriyê bi rêxistin kirin û yekrêziya refa wan ava kir. Her wiha wê Kongreya Star ji bo avakirina koordînasyonek giştî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatan bimeşîne.

Kongreya Star rolek bingehîn di yekrêziya jinan de dilîze
15 ÇILE, 2019   08:12

SILAVA EBDULREHMAN/QAMIŞLO

Kongreya Star di destpêka aloziya Sûriyê de bi Yekîtiya Star dihat bi navkirin. Yekîtî di 15'ê Çileya 2005'an de hate avakirin. Kongreyê erka birêxistinkirina jinan û vegerandina cihê wê ya rastîn piştî gelek salên ji tepeserkirin û bêparhiştina ji mafan hilgirtin ser xwe. Kongreya Star, piştî jin ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn, ji wan re bû sîwan û hemêzkerek.

Piştî Şoreşa Rojava xebatên Yekîtiya Star berfireh bûn û pêwîstiya berfirehkirina yekîtiyê hate dîtin da ku li gorî pêşkertinan be û bigihije hemû deverên Bakurê Sûriyê. Ji ber wê di sala 2016'an de yekîtî veguherî Kongreya Star. Kongreya Star par 7’emîn kongreya xwe li dar xist. Piraniya delegeyan, jinên ku ji herêmên nû ji DAIŞ’ê hatîn rizgarkirin û şandeyan ji Ewropa û Başûrê Kurdistanê bûn.

Ji beriya ku kongreya 7'emîn li darkeve, kongreyê delegeyên tevahiya herêm, bajar, bajarok û navçeyên Bakurê Sûriyê diyar kir. Di kongreyê de gelek biryar hatin girtin. Biryara herî giring birêxistinkirina jinan û pêşxistina wan bû.

Girêdayî mijarê berdevka fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd destnîşan kir ku armanca kongreyê ew e ku jinan di hemû aliyan de, civakî, siyasî, çandî, hiqûqî û aborî pêş bixe. Kongre di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, xwebirêxistinkirina jin bi awayekî serbixwe di projeya avakirina civakek siyasî, xwedî exlaq û azad de armanc dike.

Jina Ereb cihek girîng di Kongreya Star de digire

Kongreya Star li herêmê pêkhateyên Ereb ên wek Til Koçer, Til Hemîs, Hol, Minbic, Şedadê, Tebqa, Reqa, Eyn Îsa û hwd navendên xwe vekirine û jin birêxistin kiriye. Kongreya Star bi vekirina navendên jinan li wan herêman û dewreyên perwerdekirinê ji jinên ku nû ji destên DAIŞ'ê rizgar bûne, tevahiya jinên Sûriyê komî ser hev kir.

Niha gelek jinên Ereb di nav Kongreya Star de dixebitin û yekrêziya jinên herêmê xurt dikin.

Evîn Siwêd bal kişand ser rola jina Ereb di birêxistinkirina refên jinan de û got: "Bi hezaran jinên Ereb Kongreya Star wek nasname ji xwe re dîtin û rolek pêşeng di birêxistinkirina refên jinan de lîstin."

Gelo di sala borî de xebatên Kongreya Star çi bûn?

Di dema êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê de endamên Kogreya Star li rex şervana li hember êrîşan sekinînin. Di destwerdanên lezgîn de alîkariya şêniyan kirin û bi rêya şandeyan ji herêmên Cizîr û Kobanê tevlî berxwedana Efrînê bûn.

Piştî derketina şêniyan ji Efrînê û bicihbûna wan li kantona Şehbayê, Kongreya Star di kampan de ji nû ve sazumaniya xwe ava kir û jinan bi rêya avakirina meclis û komînên taybet nav xwe bi rêxistin kir.

Ji aliyê dîplomasî ve piştî ku Kongreya Star hemleya 'Jin ji bo Efrînê serî hildin' di 2'yê Şibata 2018'an de ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê dabû destpêkirin, gelek şandeyên jin ji dewletên Ewrop, Ereb û Kurdistanê serdana Rojava kirin.

Kongreya Star, di 10’ê Mijdara 2017’an de ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî pêngavek da destpêkirin. Pêngava duyemîn jî di 15'ê Sibata 2018’an û ya sêyemîn di 5'ê Tebaxa 2018'an de bi dirûşme “Soza me pergala Imraliyê hilweşînin, bi Serok re azad bijîn” dabû destpêkirin.

Di hersê pêngavan de, li herêmên pêkhateyên Ereb bi armanca nasandina fikr û felsefeya Ocalan hatin lidarxistin. Semîner û meş li Rojava, Bakurê Sûriyê, Ewrope, Başûrê Kurdistanê û gelek bajar û herêmên din hatin organîzekirin.

Evîn bal kişand ser rola jin a pêşeng di pêngavên ku şikandina tecrîdê dikirin armanca xwe û wiha pê de çû: “Pêngavên ku me orgenîze kirin rolek bingehîn di kişandina bala jinên Ewropa û Kurdistanê de lîstin. Gelek şandeyan serdana Rojava kirin û rola jin a pêşeng di şoreşê de ji nêz ve nas kirin.”

Avakirina koordînasoyek giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Kongreya Star piştî gavên serkeftî dê sala bê ji bo zêdetir birêxistinkirin û yekrêziya jinan koordînasyonek giştî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike. Da ku jin bikaribin rolên xwe di birêxistinkirina civakê û avakirina civakek xwedî exlaq û azad de bilîzin.

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe ji bo xurtkirina bi rêxistinkirina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bikin. Evîn got: “Emê asta têkoşînê bilind bikin heta ku tevahiya jinan bi rêxistin bikin. Em ê koordînasyonek giştî li ser asta Sûriyê ava bikin û dê tevahiya jinên herêmê cihê xwe di koordînasyonê de bigirin. Da ku em karibin bêtir yekrêziya refên xwe ava bikin."

(şx/bm)

ANHA