‘Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên din jî dubare bike’

Malbatên şehîdan ên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide senaryo û binpêkirinên Efrînê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike.

‘Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên din jî dubare bike’
‘Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên din jî dubare bike’
‘Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên din jî dubare bike’
‘Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên din jî dubare bike’
‘Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên din jî dubare bike’
‘Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên din jî dubare bike’
‘Tirkiye hewl dide senaryoya Efrînê li herêmên din jî dubare bike’
12 ÇILE, 2019   11:32

MINBIC

Bi sedan malbatên şehîdan li qada giştî ya navenda bajarê Minbicê kom bûn û der barê gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da.

Malbatên şehîdan ala Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Parastin û Erka Xweparastinê, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa "Bi saya xwîna şehîdên me bajarê me hate rizgarkirin û bi saya têkoşîna ciwanên me em ê wê biparêzin" hildan.

Daxuyanî ji aliyê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Xelîf ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Em gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me yên rizgarkirî şermezar dikin. Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku herêmên ewle dagir bike. Me ev yek li Efrînê dît. Salek di ser dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê re derbas bibe. Dewleta Tirk 20`ê Çileyê 2018`an êrîşî bajarê Efrînê kir. Gelê wê bi îrade û têkoşîna 58 rojan li dijî dewleta ku alîkariya terorîstan dike, li ber xwe da. Dagirkeran darên zeytûnan şewitandin, malên sivîlan û goristanên şehîdan rûxandin. Bi cenazeyê şehîdan lîstin. Niha jî hewl didin senaryoya Efrînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bikin.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan bang dikin ku herêmên me li pêşiya balafiran werin qedexekirin. Em ê parastina welatê xwe li hember hemû êrîşan bikin. Em tu carî derfet nadin ku serdema Osmaniyan li welatê me were vejandin." 

Malbatên şehîdan di daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan û avakirina civakeke pirreng, demokratîk, exlaqî û nenavendî da. Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê, silavkirina biratiya gelan û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA