Gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmeke girseyê spartin axê

Bi tevlêbûna sedan kesî cenazeyê şervanê YPG‘ê Eymen Elî (Êrîş Qamişlo) ku 10`ê Çileyê di pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû hate veşartin

Gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmeke girseyê spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmeke girseyê spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmeke girseyê spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmeke girseyê spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmeke girseyê spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmeke girseyê spartin axê
Gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmeke girseyê spartin axê
11 ÇILE, 2019   14:39

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Eymen Elî ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Dahir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:"Em di merheleye hesas re derbas dibin, Tirkiyê gefên êrîşkirinê dixwe, divê em xwe bi rêxistin bikin û parastina herêm û destkeftiyên xwe bikin."

Ji fermandarên YPG`ê Mistefa Qamişlo jî axivî û wiha got:"Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin, em sersaxiyê ji bav û dayika şehîd re dixwazin."

Qamişlo wiha dewam kir:"Beriya çend salan darek biçûk hatibû çandin û bi xwîna şehîdan hate avdan, îro em berhema wê dara mezin dibînin, ew dara malbatên şehîdan e ku bi xwîna zarokên xwe av dan ji Til Hemîs heta Reqa û Tebqa û Dêrazorê, em soza didin em ê heta dawiyê li ser rêyan wan bin."

Paşê fermandarê QSD`ê Lewend Welat axivî û wiha got:" Şerê Tinekirina Terorê li gundên Dêrazorê di merheleyên dawî de ye, çeteyên DAIŞ`ê rojên xwe yên dawî dijî."

Paşê birayê şehîd, Tolhildan Qamişlo axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Paşê nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan spartin axê.

(jo)

ANHA