Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan

Bi dirûşmeya "Ji bo serkeftina Efrînê bimeşin, ji bo Efrînê şer bikin û tolê rakin" bi sedan ciwanên herêma Efrîn daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir.

Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
11 ÇILE, 2019   14:31

ŞEHBA

Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yektiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Welatparêz a kantona Şehbayê daketin qadan û dagirkerina Efrînê şermezar kir.

Meş ji deriyê ketina navenda navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriyan.

Meşvanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Welatparêz û pankartên "Dagirkeriya Osmanî hilweşe û vîna gelê Bakurê Sûriyê serbikeve", "Bi rihê şehîd Barîn û Avestayê em ê Efrînê rizgar bikin", "Ciwanên şoreşger, gelê şoreşger ji bo Efrînê serî hildin", "Efrîn li benda me ye" û "Dilê Kurdistanê ji bo Efrînê lê dide" hida bûn û dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî û silavkirina Berxwedana Serdemê qîr dikrin.

Meş li aliyê din ên navçeyê rawestiya. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xemgîn Hîvron axivî û anî ziman ku hemû çalakiyên wan ji bo rizgarkirina Efrînê ne û got: "Îradeya me heye ku karibe li hemberî dagirkeran bisekine, ji ber bingeha têkoşîna me şehîdên me ne, wekî ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê em ê hevgirtina xwe xurt bikin û Efrînê rizgar bikin."

Ji aliyê xwe ve endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ferîda Nesan jî got, dewleta Tirk a dagirker projeya netewa demokratîk li Efrînê kir hedef û got: "Tirkiyê hewl dide destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê têk bibe, komkujî li dijî gelê Efrînê pêk anîn. Êrîşên li ser Efrînê jiyana hevbeş û biratiya gelan kir hedef, lê ev fikr ti carî têk naçe, ji ber berxwedana me li Şehbayê berdewam e, me careke din xwe bi rêxistin kirin û bi vî rihê em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeran têk bibin."

Xwendekara bi navê Rêgaz Hemo ku beşdarî meşê bibû ji ajansa me re axivî û diyar kir ku berxwedana wan berdewam e û wiha anî ziman: "Em îro daketina qadan da ku teqez bikin ku em li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê ne. Têkoşîna me di her aliyan de berdewam e heya vegerîn Efrîna rizgarkirî."

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Merwa Nebhan jî got: "Em bi ciwanên Efrînê re bûne yek û derketin meşa li dijî dagirkeriya Tirkiyê, çalakiyên me berdewam in, em ê dagikeran ji Efrîn û tevahî herêmê dagirkerî yên Sûriyê biqewitînin."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA