Rûspiyên Reqayê: Em bi QSD’ê re ne

Rûspiyên êlên Reqayê teqez kir ku ew li rex QSD`ê ne û kesên li ser zimanê wan diaxivin, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ne.

Rûspiyên Reqayê: Em bi QSD’ê re ne
11 ÇILE, 2019   07:10

EMAR El-XELEF / REQA

Piştî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê, dagirkeriya Tirkiyê hewl dide êrîşên xwe bi rêya hinek êlan rewa bike û wekî nûnerên êlan nîşan dide. Civîna li Ezazê, nîşaneya vê yekê bû.

Rûspiyên êlên Reqayê li dijî wan hewldanan diyar kir ku kesên li gel Tirkiyê li ser zimanê wan diaxivin, çeteyên Tirkiyê ne.

Rûspiyê êla El-Ceabat Telal Hecî El-Ehmed wiha got: "Şerm e ku kesek bi zimanê civakekê biaxive û ew jê dûr e. Em weke şêx û rûspiyên êlên Reqayê gefên êrîşkirinên Tirkiyê li ser herêmên Bakurê Sûriyê protesto dikin. Em teqez dikin ku em bi QSD`ê re ne, ji ber ku QSD`ê gelek şehîd dan û heya niha didin, ji bo ewlehî û aramiya axa me amade ne hê jî şehîdan bidin.”

Rûspiyê Êla El-Sebxe Mihemed Tirkî El-Sûan wiha axivî: "Em daxuyaniyên hin kesên bi zimanê me diaxivin, şermezar dikin. Ji ber ku ew nûnertiya me nakin, ew şêxên dagirkeriya Tirkiyê ne, ew ne Sûrî ne, ew çete ne. Em bi gelê xwe yê Reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne, em bi QSD`ê re ne ku ji gelê Sûriyê ava bûye."

El-Sûan ji bo kesên xwe wek nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan didin wiha got: "Gelo dema bajar ji DAIŞ`ê rizgar bûn, hûn li ku bûn? Hûn li ku rûniştî bûn? Armanca we li Bakurê Sûriyê çi ye? Her tiştî bibêjin, lê tu carî nebêjin em ewlehiya gelê xwe dixwazin, ji ber ku her kes niyeta we dizane."

Mihemed El- Sûan di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Tirkiye dewleteke dagirker e û hewl dide Împaratoriya Osmaniyan bi dagirkirin, wêrankirin û kuştinê zindî bike. Em îro li bakurê Sûriyê jiyaneke azad û demokratîk derbas dikin."

ANHA