Piştî biryara agirbestê çeteyan ber bi Efrînê ve dişînin

Çeteyên dewleta Tirk piştî şerê 11 rojan û dorpêçkirina Helebê ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve da ku hêviyên Tirkiyê yên dagirkeriyê vejînin, biryara agirbestê di navbera xwe da. Ev yek jî alîkariya pêkanîna siyaseta guhertina demogrfîk li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, dike ku çeteyan ji wê herêmê bibin Efrînê.

Piştî biryara agirbestê çeteyan ber bi Efrînê ve dişînin
Piştî biryara agirbestê çeteyan ber bi Efrînê ve dişînin
10 ÇILE, 2019   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di nava lîsteya terorê ya navdewletî de ye) û çeteyên El-Cebhet El-Weteniye Liltehrîr ku destekê ji Tirkiyê digirin û li herêmên Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve dagirkirî ne, dimînin, piştî şerê 11 rojan biryara agirbestê da.

Piştî birya agirbestê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu îdia kir ku komên radîkal (Cebhet El-Nusra) êrîşî koman dike ku Enqere navê "Opozîsyona Sûriyê” lê dike. Her wiha teqez kir ku gavên pêwîst ji bo êrîşên wan hatine diyarkirin.

Diyar e ku Çavuşoglu bi gavên pêwîst destnîşan dike ku ew ê şer di navbera her du aliyan de bisekinîne û ne şerê komên radîkal bike.

Li gorî malperên nêzî her du aliyan ku lihevkirina di navbera her du aliyan de ku şer were sekinandin, satirên axê û bendên kontrolê werin rakirin û girtiyên her du aliyan bi hev werin guhertin.

Tişta ku bala mirov dikşîne ew e ku Tirkiye di destpêka êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra de ku gundewarên Helebê bi temamî xistine bin dagirkeriya xwe, bê deng ma. Ev yek jî tê wateya ku çeteyên li derdora Helebê tev li Cebhet El-Nusra bûne û bi vê yekê rê li pêşiya rêjîma Sûriyê û Rûsyayê vedibe û êrîşî wan bike, ji ber ku Cebhet El-Nusra di nava lîsteya navdewletî ya terorê de ye.

Ev yek hêviyên Tirkiyê yên dagirkirina Helebê ku wê jî bi ser axa xwe ve berde diparêze, ji ber ku Tirkiye li gorî Mîsakî Millî, Helebê wek wîlayeteke Osmanî dibîne û hewl dide berjewendiyên xwe yên dagirkirinê li herêmê pêk bîne.

Cebhet El-Nusra çeteyên Ehrar El-Şam ên li herêmên Sehil El-Xab, Cebel Şehşebo yê rojavayê Hemayê xwe ji hev bixwe, çekên giran û sivik her wiha herêmên di bin dagirkeriya xwe de radestî Cebhet El-Nusra bike. Bi vê yekê Tirkiyê hewl dide Cebhet El-Nusra li herêmê xurt bike.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam şeva duşemê piştî ku gundewarên Helebê xistin bi dagirkeriya xwe, berê xwe da Idlibê. Piştî lihevkirina ku ew ji şer parast, bajarokê Hezano xist bin dagirkeriya xwe. Her wiha beriya du rojan û di encama lihevkirina bi rûspiyan re bajarokê Tilminis û Meseran xistin bin dagirkeriya xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama şerê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de çeteyên Nûredîn El-Zinkî, Şoreşgerên El-Şam û Beyariq El-Îslam ku destekdayîna xwe ji Tirkiyê digirin, tune kirin. Çete ber bi Efrînê ve ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, hatin şandin da ku guhertina demografîk were berdewamkirin.

(bx)