Rêveberiya Xweser DAIŞ`iyên Kazakhstanê radestî hikumeta welatê wan kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna fermandarên QSD`ê, 5 çeteyên DAIŞ`ê, 11 jin û 30 zarokên DAIŞ`î ku ji aliyê QSD`ê ve hatibûn girtin û eslê wan ji Kazakhstanê ye, radestî hikumeta welatê wan kir.

Rêveberiya Xweser DAIŞ`iyên Kazakhstanê radestî hikumeta welatê wan kirin
7 ÇILE, 2019   13:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re ragihand ku beriya niha bi mehekê, hevdîtin di navbera QSD`ê, Hêzên Têkoşîna li Dijî Terorê yên Kazakhstanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbû. Di wê hevdîtinê de, biryar hate dayîn ku çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî û eslê xwe ji Kazakhstanê ne, wê radestî hikumeta Kazakhstanê  bikin. Her wiha di hevdîtinê de, çawaniya vegerandina wan li welatê wan û têkoşîna hevbar a li dijî terorê hate nîqaşkirin.

Li gorî heman çavkanî, 5`ê Çile 2019`an û bi alîkariya Amerîka, girtiyên DAIŞ`ê bi awayekî  fermî  radestî hikumeta Kazakhstanê hate kirin.

Li gorî hevpeymana navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Kazakhstanê de, 5 çeteyên DAIŞ`ê tevî 11 jin û 30 zarokên DAIŞ`î radestî hikumeta Kazakhstanê hatin kirin.

(kc)

ANHA