Siyasetmedarên jin: Bersiva li dijî dagirkeriyê, hevgirtin e

Siyasetmedarên jin ên ji kantona Şehbayê diyar kir ku bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ’ê re gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û wiha got: “Hevgirtina me bersiva herî mezin a li hember dagirkeriya dewleta Tirk e.”

Siyasetmedarên jin: Bersiva li dijî dagirkeriyê, hevgirtin e
7 ÇILE, 2019   07:35

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Roj bi roj gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Siyasetmedarên jin ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, şaxê kantona Şehbayê gefên Erdogan nirxandin. Siyasetmedarên jin diyar kir ku armanca Tirkiyê di navbera gelên herêmê de belavkirina fitneyan e.

Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê Ehlam Xidro destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekhevî û yekgirtina pêkhateyan ava kir û wiha pê de çû: “Vê projeyê dewleta Tirk tirsand, lewma jî niha dest bi êrîşan dike.”

Ehlam destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bi tewanbarkirina gelê herêmê ku dibêje “terorîst in” êrîşên xwe rewa bike û wiha got: “Her kes dizane ku Erdogan piştgiriya çeteyan dike, jixwe terorîstên li herêmê ji aliyê Erdogan ve hatin şandin. Piştî ku gelên herêmê li hember van çeteyan sekinîn û ji herêmên xwe qewitandin, vê carê jî Erdogan bi hincetên cuda êrîşî herêmê dike.”

Ehlam da zanîn ku bi nêzîkbûna çareseriya siyasî û aştiyane ji bo aloziya Sûriyê, Tirkiye dixwaze careke din ewlehî û aramiya herêmê xirab bike. Ehlam bang li partiyên siyasî yên herêmê kir ku li hember komployên Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin.

‘Gefên Tirkiyê ewlehiya herêmê dikin hedef’

Endama rêveber a Komîteya Jinan Xada Kor Hemdo jî gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst şermezar kirin.

Xada destnîşan kir ku Tirkiye bi gefên xwe jiyana hevpar a pêkhateyên herêmê û têkbirina ewlehiya herêmê dike hedef û wiha pê de çû: “Her tim em dubare dikin ku projeya demokratîk Tirkiyê aciz dike. Ji ber ku ev proje li dijî projeya vegerandina Osmaniyan e. Lewma jî jiyana hevbeş a neteweya demokratîk dike hedef.”

Xada got ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker êşê bi gelê herêmê dide kişandin û wiha axivî: “Em nahêlin careke din komkujî û zordestî li ser gel dubare bibe. Em ê li hember êrîşan bi yekdestî bisekinin.”

ANHA