Goristana Şehîd Sêvdar du şehîd hembêz kirin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajaroka Kerama cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Şûeyîb (Mihemed ) û Ehmed El-Ayîş (Murad) ku di pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi merasîmekê spartin axê.

Goristana Şehîd Sêvdar du şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Sêvdar du şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Sêvdar du şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Sêvdar du şehîd hembêz kirin
Goristana Şehîd Sêvdar du şehîd hembêz kirin
5 ÇILE, 2019   15:34

REQA

Girseya gel cenazeyê şehîdan ji ber qada Selama ya bajaroka Kerama ya gundewarê rojhilatê Reqayê wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîda Sêvdar ve bi rê ketin.

Li goristana Şehîd Sêvdar ji bo bîranîna cangoriyên azadê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şevanên QSD‘ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Paşê bi navê Malbatên Şehîdan Ehmed El-Suhêl, Fermandariya QSD‘ê Qehreman Hesekê û bi navê Meclisa jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya wan hate dayîn. Her wiha hate gotin ku gelê Reqayê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giranbuha dane û îro jî ji bo rizgarkirina Dêrazorê li hemberî DAIŞ şer dikin.

Kesên axivîne destnîşan kirin ku zextê derve yên bi armanca astengkirina şerê terorê îradeya gel û îsrara rizgarkirina Dêrazorê zêdetir dike.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Şervanan cenazayê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.

ANHA