Çalakvanên Serêkaniyê: Tirkiye hewl dide komkujiyên Efrînê dubare bike

Çalakiya konvadanê ya Serkaniyê ket roja 18‘an. Çalakvanan teqez kirin ku êrîşên Tirkiyê projeya demokratîk û tevahî pêkateyên herêmê armanc digire û hewl dide komkujiyên li Efrînê kirine, li bajarên din ên Sûriyê dubare bike.

Çalakvanên Serêkaniyê: Tirkiye hewl dide komkujiyên Efrînê dubare bike
Çalakvanên Serêkaniyê: Tirkiye hewl dide komkujiyên Efrînê dubare bike
Çalakvanên Serêkaniyê: Tirkiye hewl dide komkujiyên Efrînê dubare bike
Çalakvanên Serêkaniyê: Tirkiye hewl dide komkujiyên Efrînê dubare bike
Çalakvanên Serêkaniyê: Tirkiye hewl dide komkujiyên Efrînê dubare bike
Çalakvanên Serêkaniyê: Tirkiye hewl dide komkujiyên Efrînê dubare bike
5 ÇILE, 2019   14:57

HESEKÊ

Çalakiya konvadanê ya şêniyên Serêkaniyê ya ji 18‘ Kanûna 2018‘an li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê  de dest pê kiribû, berdewam e û heya niha 31 şandeyên ji bajar û navçeyên Kantonên Hesekê û Qamişloyê tevlê bûne.

Şande ji endamên navend, saziyên sivîl, meclîs, partiyên siyasî, endamên Rêveberiya xweser û meclîsên kantonên Qamişlo û Hesekê tevlê bûne û her şandeyek du rojan di çalakiyê de dima.

Piştî şêniyên navçeya Rojavayê Qamişlo, îro şêniyên navçeyên Rojhilatê Qamişloyê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Rêvebera Kongreya Star a Qamişloyê Şaha Xelîl û Rêveberê navçeya Rojhilat a Qamişloyê Fewaz Xelîl axivîn û teqez kirin ku berxwedana berdewam e heya rizgarkirina tevahî herêmê ji dagirkeran.

Axaftavanan destnîşan kir ku gelê kurd û gelên herêmê xwediyê dozeke azad in, zarên xwe fedayî axê kirin, ne Erdogan û ne çekên wî yên giran berxwedana wan dişikîne, ji ber ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye û gotin" Em ê di çalakiyên xwe de berdewam bin û li hember êrîşên dijmin ên dixwazin axa me dagir bikin, bisekinin.

Her wiha axaftvanan  bal kişand ku dagirkeriya Tirk projeya demokratîk û tevahî pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyê  armanc digire û hewl dide komkujiyên li Efrîn û  bajarên din ên Sûriyê kirine, dubare  bike.

Di dawiyê de axaftvanan bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li hember  êrîşên Tirkiyê bisekinin, ji ber aramanca wan êrîşan ,  destkeftiyên şehîdan bi dset xistine,  têk  bibe.

Dê beşdarbûna şêniyên navçeyên Rojahiltê Qamişloyê du rojan berdewam be.

(dh)

ANHA