Ciwanên Hesekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan

Ciwanên bajarê Hesekê bi meşekê gefxwarinên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Ciwanên Hesekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan
3 ÇILE, 2019   15:32

HESEKÊ

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Hesekê li dijî gefên Tirkiyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist.

Meş li taxa Til Hecer, ji çerxerêya Sînalko ber bi çerxerêya Îtfayê ve dest pê kir. Di meşê de alên PYD, Kongreya Star, alên ciwanan û pankartên bi nivîsên "Ciwanên şoreşger rê ji dagirkeriya Tirkiyê re venakin", "Bi yekitiya biratiya gelan em lê hemberî dagirkeriya bisekinin",  "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhan û dagirkeran re teqez dikin ku ew in ku bajêr ji terorê diparêzin" hatin vekirin û dirûşmeyên "Ji dagirkeriya Tirkiyê re na" dihatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Îtfayê veguherî mîtîngê. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwanê daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê endamê tevgerê Selma Mihemed ve hate xwendin.

Selma gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya navdewletî ji binpkirinên Tirkiyê re şermezar kirin. Her wiha teqez kir ku wekî ciwanên ew hêza sereke ku dê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Selma her wiha şehîdên komkujiya Parîsê (Sakîne Canzîs, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan" bi bîr anîn û got roja bîranîna wan wê bibe roja tolhildanê û got "Bi îradeya xwe em ê tevahî xaka Sûriyeyê rizgar bikin."

Mîtîng bi dirûşmeyên gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

(dh)

ANHA