‘ Erdogan rastiyan berevaj dike ji bo di hilbijartinên bê de raya giştî nêzî xwe bike‘

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide bi navên cûda û dirûşmeyên olî deverên berhemdar li Sûriyê bi dest bixe û got: " Erdogan rastiyan berevaj dike da ku di hilbijartinên Tirkiyê yên bê de raya giştî nêzî xwe bike."

‘ Erdogan rastiyan berevaj dike ji bo di hilbijartinên bê de raya giştî nêzî xwe bike‘
‘ Erdogan rastiyan berevaj dike ji bo di hilbijartinên bê de raya giştî nêzî xwe bike‘
‘ Erdogan rastiyan berevaj dike ji bo di hilbijartinên bê de raya giştî nêzî xwe bike‘
‘ Erdogan rastiyan berevaj dike ji bo di hilbijartinên bê de raya giştî nêzî xwe bike‘
‘ Erdogan rastiyan berevaj dike ji bo di hilbijartinên bê de raya giştî nêzî xwe bike‘
‘ Erdogan rastiyan berevaj dike ji bo di hilbijartinên bê de raya giştî nêzî xwe bike‘
3 ÇILE, 2019   16:14

GIRÊ SPÎ

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 20‘n de didome . Bi sedan şêniyên kantonê ji saetên sibehê ve herikîn bin konê çalakiyê.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku beşdarî çalakiyê bibû, axivî û anî ziman ku Serokê Tirkiyê Erdogan serkêşiya terora li Rojhilata Navîn dike û got "Biryara Amerîka ya vekişandina ji Sûriyê ji nişkêve hat û bû sedem ku gelek dewlet ji nû ve hesabên siyasî bikin. Erdogan ji Rûsya xweset ku destûr jê re were dayîn da ku dest bi êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike."

Îlham Ehmed, her wiha destnîşan kir ku "Erdogan bi navên cuda û dirûşmeyên olî êrîşî Sûriyê dike, texmîn dike ku wê karibe bi van gotinan gelê herêmê bi aliyê xwe de bikşîne, em dibînin ku li pêşiya çavê cîhanê komkujiyan li ser ûmeta Îslamê dike."

Îlham diyar kir ku Erdogan rastiyan berevaj dike da di hilbijartinên Tirkiyê yên bê de raya giştî nêzî xwe bike.

Îlham Ehmed her wiha encamên hevdîtinên wan bi rayedarên Fransyê re diyar û got "Me ji Fransaya xwest ku qedexeya balafiran li herêmê ferz bike û erka xwe ya li hemberî gefxwarinên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Rêveberiya Fransayê jî teqez kir ku ew ê daxwazên me pêk bînin."

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de danûstandinên wan bi rêjîma Sûriyeyê destnîşan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve me şerê ti alî nekir. Me herêmên xwe parastin û me nexwest xaka Sûriyê were parçekirin, berevajî wê me yekitiya wê parast, her wiha me danûstandinên bi rêjîmê re û hêzên ku dixwazin ewlehî û aramiya herêmê pêk were red nekirine."

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku sala nû bibe sala serkeftin û aramiya tevahî Sûriyê.

Di çalakiyê de axaftinên hatin kirin, di axaftinan de hate teqezkirin ku ew dagirkeriya Tirkiyê li ser Sûriyê nayê qebûlkirin.

ANHA