Çeteyên Nûredîn El-Zinkî herêma bakurê Idlibê kontrol kir

Çeteyên Nûredîn El-Zinkî yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê bajarokek û 2 gundên bakurê Idlibê ji çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam girtin. Her wiha hin çeteyên Tehrîr El-Şam tev li çeteyên Nûredîn El-Zinkî bûn.

Çeteyên Nûredîn El-Zinkî herêma bakurê Idlibê kontrol kir
3 ÇILE, 2019   13:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerên giran di navbera çeteyên li Idlibê de rû didin. Her komek hewl dide serweriya xwe berfireh bike û herêmên di bin kontrola komên din de, bixe bin kontrola xwe.

Der barê mijarê de çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihand ku şerekî dijwar di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Nûredîn El-Zinkî yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê de rû da.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên Nûredîn El-Zinkî bajarokê Etmê, gundên Selwa û Qêlî li bakurê Idlibê ku di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de bûn, xistin bin kontrola xwe. Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên El-Tirkistanî El-Îslamî û çeteyên Hiras El-Dîn piştî ku şer li herêman derket, piştgiriya Heyet Tehrîr El-Şam kir.

35 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam tev li koma Nûredîn El-Zinkî bûn

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku 35 endamên Heyet Tehrîr El-Şam jê veqetiyan û tev li çeteyên Nûredîn El-Zinkî bûn.

Piştî ku çeteyên Cebhe El-Wetanî seferberî li dijî Heyet Tehrîr El-Şam ragihand, ev şerê di navbera koman de pêk tê.

(jo)

ANHA