ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.01.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.01.2019
1 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Ji bo Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Merwan El-Fîteyîh konê sersaxiyê li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo tê vendan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê gotin, tekane hilbijêra wan li hemberî gefên dagirkirinê berxwedan e û piştgiriya xwe ya bi hêzên xwe yên leşkerî ku herêm ji terorê rizgar kirine anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokeşîrên Minbicê gefên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û gotin kesên li derveyî bajarê Minbicê nûnertiya wan nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bajarê Minbicê di hewayeke aram de dijîn, şênî jiyaneke normal weke her roj berdewam dikin û îdiayên ragihandina dijber ku dibêjin bajar di rewşeke tevlîhev û tirseke mezin de dijîn derewandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên ku kantona Şehbayê di bexwedanê û mayîna li nêzî bajarê xwe yê dagirkirî de bi îsrar in. Şênî teqez dikin ew ê li hemberî şer û mercên zehmet bisekinin û bajarê xwe rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnas Xalid Umer got; ti rewabûna Tirkiyê li herêmên Sûriyeyê nîn e, Tirkiyê li gorî qanûnên navdewletî dewleteke dagirker e. Umer her wiha anî ziman ku pêwîste dadgeha navdewletî dewlet Tirk li ser zêdegaviyên wê li Sûriyê lêpirsînê jê bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Aldar Xelîl geşedanên siyasî li Sûriyê bi giştî û Bakurê Sûriyê bi taybet, ku di sala 2018`an de rû dane, nirxandin. Xelîl behsa dagirkirina Efrînê, gefên Tirkiyê li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û planên navneteweyî li dijî Sûriyê û gelên Sûriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Saleke nû li pêşiya me ye, her kes dixwaze di sala nû de bigihîje armancên xwe. Di sala nû de, ji niha ve xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan tune bike. Lê Kurd li hember vê dixwazin di nava aştî û aramiyê de bijîn. Heta ger dewleta Tirk mafê rewa yê Kurdan qebûl bike, Kurd dikarin bi dewleta Tirk re bikevin nava hevkariyê. Lê ev di rewşa niha de pir dûr xuya ye.

JIN

- Leyla Xalid ya amazighî bi qehremanî û welaparêziya xwe tê naskirin, Leyla bi têkoşîna xwe mohra jinên amazighî li berxwedana Şêxmeqsûdê xist û bû mînak jinên berxwedêr. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Galegriya "Studyo" Casim Elî ya li navçeya Tirbespiyê yekemîn galerî li herêma Cizîrê ye ku gelek bûyerên civakî û jiyanî bi belge kirin û niha veguheriye muzxaneyeke biçûk ji kevneşopiyên pêkhateyên navçeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA