`Em nahêlin ku dewleta dagirker biratiya gelan ji hev bixe`

Konê çalakiyê yê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ku li gundê Qermox di 18'ê Kanûnê de hatibû vedan û 10 rojan berdewam kir, îro ew kon ji gundê Qeremox veguhestin bajarê Kobanê, bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Firtaê serdana kon kirin.

29 kanûn, 2018   15:23

KOBANÊ

Konê çalakiyê ku di 18'ê mehê de piştî gefên dewleta Tirk bi 10 rojan li gundê Qermox ê Rojhilatê bajarê Kobanê hatibû vedan îro ew kon veguhêst bajarê kobanê û bi sedan pêkhateyên Rojhilat û Bakurê Firatê serdana konê çalakiyê kirin.

Piştî ku şandeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Firatê gihiştin bajarê Kobanê çalakî bi rêzgirtinê dest pêkir.

Paşê axaftin li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) Ehmed Şêxo, li ser navê herêma Firatê Hec Mihemd, li ser navê Kantona Kobanê Zeyneb Ehmed, li ser navê Rêveberiya Jin a Bajarê Reqayê Xaliya Kiciwan,  li ser navê Rêxistinên Meclisan a bajarê Reqeyê Hesen Xabûr  û li ser navê Meclisa malabata Şehîdan Ibtisam Ehmede ve hatin kirin.

Di axaftinana dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin û hate gotin ku, armanca dewleta Tirk ew e ku biratiya di nava  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriya yê ji hev bixwe û projeya netewa demokaratîk tune bike.

Kesên axivîn diyar kirin ku ew ê rê nadin ku planên dagirkeriya Tirkiyê bighêjin serî û hate gotin :" Tevî ku dewletên navnetewî li hember van gefan bê deng mane, lê dîsa hêza me têrê dike, em ê bi berxwedaniya şervanên xwe li hember van gefan bisekinin û em tu carî welatê xwe ji dagirkeriyê re bernadin".

Axaftinvanan diyar kirin ku wan ji bo rizgarkirina axa xwe ji dagirkeriyê gelek şehîd dan û welatê ku bi xwîna cangoriyên wan hatiye rizgarkirin tu carî dev jê bernadin.

Tê payîn ku wê ev kon ta ku gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriya hebe wê berdewam bike. Di çalakiyê de nêrînên, semîner, nîqaş, senevizyon û çalakiyên hunerî werin dayîn.

(sn / hh)

ANHA