Rûspiyên Şêxmeqsûd: Em ê gefên Erdogan vala derxîn in

Rûspiyên taxa Şêxmeqsûdê gotin:"Em ê bibin hêz û îrade û êrîşên Erdogan me naşkînin.", rûspiyan bang li rêxistinên mafxwaz kirin ku bibin xwedî ensyatîf û êrîşên Erdogan rawestîn in.

Rûspiyên Şêxmeqsûd: Em ê gefên Erdogan vala derxîn in
29 kanûn, 2018   14:54

HELEB

Daxuyanî ji aliyê endamê rûspiyên taxê Omer Şamî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji bo raya giştî.. dîroka mirovahiyê bi lehengiyan hatiye xemlandin, di  her merheleyek ji merheleyên dîrokê, ji bo pêkanîna jiyana azad mirovayhiyê gelekî êş dît, lê her dem û cih hin mirov hene ku vê rastiyê tevlîhev dikin û dîrokê golover dikin.

Eger em bibêjin dîrok bi destê zaliman xwe dubare dike, ew dixwezin li gor mezac û berjewendiyên xwe çêbikin û kes wiha li di dema me ya niha de hene û jiyana mirovahiyê xerab dikin û kuştinê pêk tînin.

Erdogan zalimê serdemê ye, li gora xwe tev digere û karê qirêj pêk tîne. Wekî rûspiyên em ê bibin hêz û îrade û êrîşên Erdogan me naşkînin.

Ji taxa berxwedanê em dengê xwe dighînin hemû rêxistinên mafên mirovan û yên eleqedar mafxwaz kirin ku bibin xwedî ensyatîf û êrîşên Erdogan rawestîn in û em soz didin ku em ê li kêleka kesên bi rûmet û têkoşerên li eniyên pêş bin bersiva êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyeyê bidin."

ANHA