Xeza 10`emîn salvegera êrîşên Îsraîlê bi bîr tîne

Îro 10`mîn salvegera şerê sala 2008`an ê li Xezaya Filistînê ye. Îsraîlê di 27`ê Kanûna 2008’an de li dijî Xezayê şer da destpêkirin û şer 21 rojan dewam kir. Di şer de hezar û 436 Filistînî, ji wan 410 zarok û jin hatin kuştin û 5 hezar û 400 kes ku nîvê wan zarok bûn, birîndar bûn.

Xeza 10`emîn salvegera êrîşên Îsraîlê bi bîr tîne
27 kanûn, 2018   13:17

XEZA

Di sala 2008`an de nêzî 80 balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî baregehên ewlehiyê û avahiyên hikûmeta Filistînê kir. Di wê êrîşê de 200 Filisîtînî hatin kuştin.

Piştî wê êrîşê bi 8 rojan hikûmeta Îsraîlê biryar da ku êrîşa bejahî li dijî Xezayê pêk bîne, di êrîşê de tank û top hatin bikaranîn.

Li gorî daneyan şerê 21 rojan, Îsraîlê çekên fosforê ku qedexe ne, bi kar anîn û pir mirov hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di vî şerî de nêzî nêzî 4 hezar mal rûxandin, li gorî raporên navdewletî ziyana aborî li Xezayê di encama şer de gihîşte yek milyar dolarên Amerîkî.

Heta roja îro jî Xeza di bin bandora vî şerî de dijî. Gelek dosyayên mîna jinûavakirinê hîna nehatine pêkanîn û li dijî Filistîniyan tê bikaranîn. Her wiha gelek şîrket hatin girtin û rewşa jiyanî ya welatiyan gelekî lawaz bû.

(k)

ANHA