Di çalakiya konvedanê de şanoyek hate pêşkêşkirin

Di roja 14’an a çalakiya şêniyên Girê Spî ya konvedanê de, Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Girê Spî şanoyek li ser yekbûna neteweyî di nava hemû pêkhateyan de li hember her destwerdanên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşkêş kir.

Di çalakiya konvedanê de şanoyek hate pêşkêşkirin
Di çalakiya konvedanê de şanoyek hate pêşkêşkirin
Di çalakiya konvedanê de şanoyek hate pêşkêşkirin
Di çalakiya konvedanê de şanoyek hate pêşkêşkirin
27 kanûn, 2018   13:26

GIRÊ SPÎ

Çalakiya şermezarkirina gefên Tirkiyê ya şêniyên kantona Girê Spî di roja 14’an de dewam dike. Tevî sermayê, bi sedan şêniyên kantona Girê Spî di konê çalakiyê de ku li nêzî sînorê bakurê Kurdistanê li taxa El-Minbiteh hatiye vedan, destwerdanên ji derve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin.

Îro şandeyek ji bajarên Tebqa û Reqayê serdana konê çalakiyê kir ku destekdayîna xwe ji çalakvanan re diyar kir. Di çalakiyê de bi navê jinên bajarê Tebqayê Hûda El-Ewan axivî û wiha got: “Tirkiyê hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi tariyê ve bibe.”

Hûda El-Ewan nerazîbûna xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê hemû pêkhateyên herêmê û projeya demokratîk dike hedef.

Paşê Navenda Çand û Hunerê şanoyek li ser yekitiya neteweyî di nava hemû pêkhateyan de pêşkêş kir.

ANHA