Recayî Fayid: Berxwedana gelê Kurd dê bibe bersiva gefên Tirkiyê

Recayî Fayid diyar kir ku berxwedana Kurdan dê bibe bersiv li hember gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û divê Kurd raya giştî hişyar bikin da ku zextê li ser Tirkiyê zêde bikin û nehêlin êrîş bike.

Recayî Fayid: Berxwedana gelê Kurd dê bibe bersiva gefên Tirkiyê
26 kanûn, 2018   08:25

KOBANÊ

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrê û endamê Meclisa Misrê ya Karên Derve Recayî Fayid ji ajansa me re axivî û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û biryara vekişîna Amerîkayê ji herêmê nirxand.

Recayî Fayid destnîşan kir ku biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Bakurê Sûriyê şaş û xeternak e li ser herêm û cîhanê û teqez kir ku DAIŞ dê piştî vekişînê bi hêz vegere. Fayid wiha got: “Derengxistina êrîşên Erdogan taktîk e ku heya leşkerên Amerîkayê ji Bakurê Sûriyê vekişin û berxwedana Kurdan dê bibe bersiva gefên Tirkiyê.”

Di dawiyê de Recayî Fayid wiha axivî: “Şerê Rûsya û Tirkiyê li ser Asyaya Navîn şerekî kevn e û vekişîna Amerîkayê ji herêmê, ji ber stratejiya Amerîkayê ye da ku şer di navbera Tirkiye û Rûsyayê de gur bibe. Ev yek jî li gorî berjewendiyên Amerîkayê ye.”

(ekîb)

ANHA