'Ên ku ajandeyên derve pêk tînin, nûnerên gelê Sûriyê nîn in’

Rûspiyê êla El-Şerabîn Sebêt El-Cewher diyar kir ku kesên ku ajandeyên derve pêk tînin, nûnertiya gelê Sûriyê nakin. Her wiha tekez kir ku yên xaka Sûriyê diparêzin û li hember artêşa Tirk a dagirker li ber xwe didin, ew nûnerên gelê Sûriyê ne û bang li hemû êlan kir ku yekitiya xwe ava bikin û li hember destwerdana Tirkiyê bisekinin.

'Ên ku ajandeyên derve pêk tînin, nûnerên gelê Sûriyê nîn in’
25 kanûn, 2018   06:54

AZAD SEFO - BASÊL REŞÎD / HESEKÊ

Rûspiyê êla El-Şerabîn û endamê Meclisa Êlan a Hesekê Sebêt El-Cewher di hevpeyvînekê de li gel ajansa Hawarê, diyar kir ku yên ku nûnertiya êlên herêmê dikin li ser xaka xwe ne û li rex zarokên wan li dijî gefên ku hewl didin destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, disekinin.

El-Cewher tekez kir ku hindek kesayetên nûnertiya gelê Sûriyê idîa dikin, tev li civînan dibin û daxuyaniyan didin, lê di rastiyê de ew bi miqdara zereyekê nûnertiya gelê Sûriyê nakin. Ji ber ku yên nûnertiya gelê xwe dikin li ser xaka welatê xwe ne, ne li derve.

Di berdewama gotinên xwe de El-Cewher destnîşan kir ku ew li rex QSD'ê disekinin û li hember her êrîşeke ji derve di serî de dewleta Tirk a dagirker dê li ber xwe bide û wiha got: "Em bi tu awayî dagirkeriyê qebûl nakin û dê bersiva me ji her kesê ku hewl bide nêzî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe, bi hêz be."

Her wiha Sebêt El-Cewher destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker ne tenê Kurd, lê belê gel hemû dike hedef û wiha pê de çû: "Armanca din a artêşa Tirk a dagirker ew e ku nasnameya gelên herêmê tepeser bike û serdema Osmaniyan ji nû ve vegerîne."

El-Cewher zelal kir ku sponserê DAIŞ'ê û komên terorîst anku Erdogan, gelek caran hewl daye derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe lê hewldanên wî hemû têk çûne û destnîşan kir ku eger careke din Erdogan hewl bide, dê dîsa çaranûsa wî têkçûn be.

Di dawiyê de rûspiyê êla El-Şerabîn Sebêt El-Cewher bang li êlên Ereb û Kurd û pêkhateyên din kir ku yekitiya xwe ava bikin da ku li hember êrîşên artêşa Tirk  a dagirker bisekinin.

(şx)

ANHA