Ji xwendekarên Efrînê biryarên girîng

Civîna Tevgera Xwendekarên Demokratîk ên Efrînê bi girtina biryarên girîng bi dawî bû.

Ji xwendekarên Efrînê biryarên girîng
Ji xwendekarên Efrînê biryarên girîng
Ji xwendekarên Efrînê biryarên girîng
Ji xwendekarên Efrînê biryarên girîng
Ji xwendekarên Efrînê biryarên girîng
Ji xwendekarên Efrînê biryarên girîng
Ji xwendekarên Efrînê biryarên girîng
22 kanûn, 2018   17:15

ŞEHBA

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi armanca şîrovekirina rewşa herêmê û gotûbêjikirina rewşa xwendekarên kantonê civînek berfireh bi tevlêbûna hezar xwendekarî li kantona Şehba li dar xist.

Hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, nûnerên Rêveberiya Xweser, her du meclisên Kantona Şehab û Efrînê û Komîteya Perwerdeya Civaka Dermokratîk di civînê de beşdar bûn.

Civîn bi deqeya rêzgirtin destpê kir, piştre hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif geşedanên dawî û rola ciwanan di vê pêvajoyê de nirxandin.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û girîngiya perwerdehiyê anî ziman û got: "Pêvajoya ku Sûriye îro tê re derbas dibe pêvajoyek dîrokî, destanên berxwedanê yên pêkhateyên Sûriyê dinivîse. Civaka herêmê hebûna xwe di hemû waranan de di nav de perwerdehî diparêze. Pêkhateyên herêmê her yek bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin û mafê naskirina çand û dîroka xwe bi dest xistine."

Her wiha di civînê de endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Dilşad Amara girêdayî erkên ku dikevin ser milên xwendekaran axivî û got: "Ji bo rizgarkirina Efrînê divê xwendekara çalakiyên xwe zêde bikin, ji ber ku şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê bi xwendekaran destpê kiriye. Li ser vê esasê hûnê bibin pêşengên şoreşê û bi pêşnûs û fikrên we em ê Efrînê rizgar bikin."

Piştî bi dawîbûna axaftinan rewşa rêxistinî, prosesa perwerdehiyê û rewşa dibistanan di dirêjahiya du salan de hatin nirxandin. Di nîqaşan de xwendekaran rêzepêşniyar ji bo xurtkirina birêxistinkirina xwendekaran pêşkêş kirin.

Paşê rêziknameya hundirîn a tevgerê hate xwendin û bendên wê hatin nîqaşkirin û hatin erêkirin. Her wiha di civînê de 7 endam ji bo Koordînasyona Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê hatin hilbijartin.

Civîn bi girtina biryaran bi dawî bû, ji wan;

- Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wê ji girtîgeha Îmralî têkoşînkirin.

2-Li ser sopa xeta têkoşer Rustem Cûdî û lêgerîna heqîqet û azadiyê xwendekar bêne rêxistinkirin.

3-Ji bo rizgarkirina Efrînê meşandin xebatan.

4-Navendeke giştî ji bo xwendekaran were vekirin.

5- Rêxistinkirina çalakiyên çandî û wêjeyî.

6-Pêşxistina wezîşê.

7-Dewreyên perwerdeyê li her deverên navçeyê dê werin vekirin.

8- Pêşxistina asta fikrî û zanistî li gel xwendekaran.

9-Hişyarkirina ciwanan ji şerê taybet.

10-Mîhrecanên salane li ser asta dibistanan bêne lidarxistin.

Girêdayî heman mijarê xwendekara bi navê Rolav Ebdulhenan girîngiya civînê di çareserkirina pirsgirêkên ciwanan, peydakirina pêwîstiyên wan, nirxandina rewşa dibistanan û xwendekaran de destnîşan kir.

Ji aliyekî din ve xwendekarê bi navê Beşar Reşîd girîngiya rola xwendekaran di civakê de destnîşan kir û diyar kir ku civîn di demê xwe de hatiye, ji ber ku ciwan bi hewcedariya jinûve birêxistinkirinê ne.

(şx)

ANHA