Şêniyên Til Birak li dijî gefên Tirkiyê meşiyan

Sedan şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Şêniyên Til Birak li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Til Birak li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Til Birak li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Til Birak li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Şêniyên Til Birak li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
20 kanûn, 2018   15:03

QAMIŞLO

Meş ji pêşiya deriyê ketina rojava yê navçeyê dest pê kir û li qada şehîdan li navenda navçeyê sekinî.

Di meşê de dirûşmeyên wekî "Yeke yeke yeke, gelê Sûriyê yeke", "Bimire Erdogan","Bijî Rêber Ocalan" hatin berzkirin.

Her wiha pankartên bi nivîsa "Na ji terora Erdogan re", "Bijî yekitiya gelê Sûriyê", "Na ji osmaniya nû re" û ala QSD`ê û Kongreya Star hatin hildan.

Meş li qada şehîdan a navçeyê veguherî mitîng. Di mitîngê de Hevserokê Navçeya Til Hemîsê Mitleg El-Hesir axivî û teqez kir ku xaka Sûriyê yek e, divê her kesê ji Sûriyê li dijî dagirkeriya nû ya Osmanî ku dixwaze xaka Sûriyê dagir bike bisekine. her wiha got, ku armanca Tirkiyê impratoriya Osmanî zindî bike.

El-Hesir bal kişand li ser bêdengiya navdewletî ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê û anî ziman ku ev bêdengî li hemberî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xeta berxwedanê ti carî nabe asteng.

El-Hesir diyar kir ku ew ê xaka herêmê ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin biparêzin.

Di mîtîngê de endama Kongreya Star a navçeya Til Birakê Letîfa El-Hacî jî axivî û anî ziman ku Tirkiyê xeteriyê li ser hemû dewletên cîhanê û got: " Tirkiyê bi hemû rêbazan terorîstan xwedî dike. Alîkariyê dide rêxistina DAIŞ`ê ya teror. Armanca gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku temenê DAIŞ`ê li Sûriyê dirêj bike."

Letîfa El-Elî bang li gelê Sûriyê kir ku li dijî gefan yekitiya xwe ava bikin, ji bo parastina xaka xwe hêza xwe esas bigrin û li dijî hemû êrîşên ku dixwazin destkefiyên binpêbikin, bisekinin.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedan gel û şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(jo/bx)

ANHA