Karwanekî leşkerî yê Îranê ber bi Dêrazorê ve diçe

Karwanekî leşkerî yê Îranê ji derdora parêzgehên Idlib û Hemayê yên Sûriyê ber bi parêzgeha Dêrazorê ve diçe.

Karwanekî leşkerî yê Îranê ber bi Dêrazorê ve diçe
20 kanûn, 2018   14:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji parêzgeha Idlibê ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku karwanekî leşkerî ku di nav de leşkerên Îranê jî hene, ji derdora parêzgehên Hema û Idlibê ber bi parêzgeha Dêrazorê ve diçin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku karwan ji nêzî 80 erebeyên leşkerî û 400 leşkeran pêk tê. Her wiha çavkanî teqez kir ku hêzên rêjîma Sûriyê û yên Îranê hêzên xwe li aliyê rojavayê çemê Firatê li rex parêzgeha Dêrazorê kom dikin.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku beşek ji karwanê erebeyan ji balafirgeha leşkerî ya Hemayê ber bi Dêrazorê ve çû.

(bx)

ANHA