Fransa: Em ji Sûriyê dernakevin

Wezîrê Fransayê yê ji karên Ewrupayê berpirsyar Jean-Yves Le Drian got ku leşkerên wan ji bo niha ji Sûriyê dernakevin.

Fransa: Em ji Sûriyê dernakevin
20 kanûn, 2018   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Parastinê yê Fransayê Florence Parly bertek nîşanî daxuyaniya Serokê DYA Donald Trump da. Parly li ser hesabê xwe yê tweetirê bersiv da daxuyaniya Trupm a “Li Sûriyê DAIŞ bi dawî bû’.

Parly diyar kir ku ev demeke ku DAIŞ tucar evqas lewaz nebûye û wiha got: “Lê ne DAIŞ ji xerîtê derket ne jî koka wan hat qelandin. Divê  ev rêxistina terorê, di nava axa ku mayî di destê wan de ji aliyê leşkerî ve bê tune kirin.”

‘Em ji Sûriyê dernakevin’

Wezîrê Fransayê yê ji karên Ewrupayê berpirsyar Jean-Yves Le Drian got ku leşkerên wan ji bo niha ji Sûriyê dernakevin.