QSD: Biryara serokê Amerîkayê dê bi xwe re pêşerojeke xeternak bîne

Der barê biryara serokê Amerîkayê de ku hêzên xwe ji herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, QSD’ê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê dê aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike û dê valatiyeke siyasî û leşkerî li herêmê çêke.

QSD: Biryara serokê Amerîkayê dê bi xwe re pêşerojeke xeternak bîne
20 kanûn, 2018   10:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê daxuyaniya Mala Spî de ku dê hêzên xwe ji herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Di dema ku em şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de dimeşînin, her wiha em li herêmên rizgarkirî şaneyên veşartî ku dixwazin careke din xwe ji nû ve li herêmê ava bikin, tune dikin, biryara Mala Spî ku dê xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, dê bi awayekî neyînî bandorê li hemleya tunekirina terorê bike û di aliyê leşkerî, meydanî û leşkerî de hêzê bide terorê û alîgirên wan operasyonên terorî li herêmê pêk bînin.

Em ji raya giştî re teqez dikin ku Şerê Tunekirina Terorê bi dawî nebûye. Heta niha dawî li hebûna DAIŞ`ê nehatiye. Lê belê ev pêvajoyeke pir girîng û hesas e. Dibe her kes xebatên xwe zêde bike. Alîkariyeke zêdetir ji koalîsyonê were girtin û bi hemû awayî alîkariya şervanan were kirin da ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam bike û ne xwe ji herêmê vekişîne. Biryara vekişîna ji herêmê, dê tunebûna rêxistina terorî asteng bike. Her wiha dê pêşerojeke birîsk bi xwe re bîne. Dê heviyên gelê herêmê yên aramî û ewlehiyê pûç bibin. Ji ber ku heger rewşeke wiha de heger xwe ji herêmê vekişînin dê aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike. Dê valatiyeke siyasî û leşkerî li herêmê ava bike û gelê wê di nava pencên hêz û aliyên dijber de bijîn."

(bx)