Greva birçîbûnê ya Kobanê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirinê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya parlamentera HDP`ê Leyle Guven li Kobanê dest pê kiribû, îro bi daxuyanikê bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya Kobanê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya Kobanê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya Kobanê bi dawî bû
14 kanûn, 2018   10:29

KOBANÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirnê tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya parlamantera HDP`ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD`ê Leyle Guven ku di 10’ê Kanûnê de ji aliyê Kongreya Star ve hatibû destpêkirin, îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Medlîn Şêx Xidir ve hate xwendin û di daxuyaniyê wiha hate gotin:

"Wek Kongreya Star me dest bi hemleya sêyemîn ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, di bin silogana "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û bi rêber Apo re azad bijîn" de kir. Di vê hemleyê de gelek çalakî hatin lidarxistin wekî meş, mîtîng, sermîner û sînevîzyonên li ser rastî û jiyana Serokatî, ji bo ku em karibin ramanên wî zindî bikin.

Yek ji wan çalakiyan greva birçîbûnê bû ku 4 rojan li ber xwe da. Bi tevlêbûna tevahî sazî û dezgehên herêma Firatê ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Apo û piştgiriya parlamentera HDP`ê ya ku bi çalakiya xwe hestên mirovahiyê temsîl dike. Em wek gelên herêma Firatê piştgiriya hemû siyasetmedarên ku ji bo azadiya gelan li ber xwe didin, dikin. Her wiha gefên dewleta Tirk a ku li ser tevahî pêkhateyên ku li Bakurê Sûriyê dijîn, em ê li hember wan helwestên xwe bi awayekî tund nîşan bidin. Ji ber ku ev êrîş tên wateya parçekirina biratiya gelan û tunekirina projeya gelan. Careke din em spasiya hemû kesên ku tev li vê çalakiyê bûne û tevahî saziyên serdana konê çalakiyê kir, dikin û soza têkoşîna li dijî tecrîda li ser rêber Apo nû dikin."

Piştî daxuyaniyê Koma Şehîd Mistefa ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şanoyek pêşkêş kir.

ANHA