Şehîd Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn

Bi dehan şêniyên Kobanê şehîda enternasyonalîst Sarya Ozgur ku beriya 4 salan di şerê Kobanê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Şehîd Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
Şehîd Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
Şehîd Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
Şehîd Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
12 kanûn, 2018   11:44

KOBANÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê şervana enternasyonalîst a MLKP’ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) li nêzî Qada Jina Azad li bajêr bi bîr anî.

Bi beşdarbûna gelek endamên partî û hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto, şênî li hev kom bûn û wêneyên têkoşer Sarya û alên MLKP`ê hildan.

Mistefa Êto axivî û destnîşan kir ku roleke mezin a şervanên navneteweyî di şerê Kobanê de hebû.

Her wiha endama MLKP`ê Mizgîn Axîn axivî û wiha got: "Şehîd Sarya Ozgur pirek ji bajarê Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê heta bajarê Kobanê ava kir, pir îradeya jinan li herêmê ye, piştî şehadeta Saryayê gelek jin beşdarî şoreşa Rojava bûn."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên MLKP`ê bi şervanên YPJ`ê re beriya 4 salan di şerê Kobanê de li dijî DAIŞ`ê şer kirin.

(jo)

ANHA