Ji Erdogan careke din gefên dagirkeriyê

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo operasyoneke nû ya dagirkeriyê ya li ser Kurdên Rojava dem diyar kir.

Ji Erdogan careke din gefên dagirkeriyê
12 kanûn, 2018   11:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di civîna Sanayiya Parastinê ya Tirkiyê de got, "Me got, tevgera me ya bi mebesta ku rojhilatê Firatê ji rêxistina terorê were rizgarkirin, dibe ku di nav çend rojan de dest pê bikin."

Dewleta Tirk a dagirker ku ji destpêka şerê Sûriyê ve bi komên çete yên mîna DAÎŞ, El Qaîde re bi hevkarî tevdigere û piştre komên xwe yên çete ava kir. Herî dawî jî Efrîn dagir kiri. Li hemû herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine sûcên şer mîna revandin, kuştin, talankirin û tecwazi kirin li dijî gelê herêmê pêk tên.