‘Heta ku tecrîd li ser Ocalan ranebe em gavekê paşde navêjin’

Du caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, bîranînên xwe ji şêniyan re parve dike û destnîşan kir ku eger hemû jiyana xwe di grevê de bimîne jî, ji bo ku tecrîda giran ji ser Ocalan rabe, ew gavekê paşve naavêje.

‘Heta ku tecrîd li ser Ocalan ranebe em gavekê paşde navêjin’
12 kanûn, 2018   11:31

ROZANA DAWÛD / HELEB

Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê çalakiya greva birçîbûnê ji bo piştgiriya Leyla Guven ku ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, çalakiya greva birçîbûnê li dar xist. Bi dehan jin ketin grevê, di nav de welatiya bi navê Emîne Reşîd (50) û 2 caran li Lubnanê Ocalan dîtiye.

Der barê mijarê de welatiya bi navê Emîne Reşîd destnîşan kir ku beşdarbûna wê ji grevê re li piştgiriya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê li bakurê Kurdistanê Leyla Guven bike, Emîne teqez kir ku daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelê Kurd e.

Emîne got ew du caran li Lubnanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyaye û wiha anî ziman: “Dema ez bi rêber Ocalan re civiyam, wê demê min girîngiya fikrên wî yên ji bo azadî û wekheviya di navbera hemû gelan de nas kirin. Rêber Ocalan li ser girîngiya rola jinan û serkêşiya wê di civakê de, çawaniya binxistina rola sîstemên desthilatdar ku hemû civak xistine bin destê xwe, diaxivî.”

Emîneyê destnîşan kir ku Ocalan tekane rêber e ku jiyana xwe hemû xistiye xizmeta azadiya jinan, bidestxistina mafên wê û mîna wî rêber di nava dîrokê de tune ne.

Emîneyê diyar kir ku dewletên dagirker ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirsin, komplo li dijî wî pêk anîn, tecrîd li ser wî ferz kirin lê ev hemû vala hatin derxistin, ji ber ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di jiyanê de pêk tê.

Di dawiyê de Emîna bang li hemû rêxistinên mirovî û cîhanî kir ku tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û hovîtiya wê li dijî girtiyên siyasî rawestînin.

(bx/jo)

ANHA