QSD`ê encama şerê 24 saetên dawîn eşkere kir

Li eniya Hecînê şerê dijwar rû didin û şervanên QSD`ê bi pêş de diçin. Di nava 24 saetên dawîn de 8 çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin kuştin, her wiha gelek baregeh û çekên çeteyan hatin rûxandin.

QSD`ê encama şerê 24 saetên dawîn eşkere kir
12 kanûn, 2018   10:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên hêzên xwe yên 24 saetên dawîn eşkere kirin.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev agahî hatin parvekirin:

"Eniya El-Baxoz: Şervanên me ber bi nuqte û baregehên terorîstan ve bi pêş de çûn. Şer çend saetan dewam kir. Gelek terorîst ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin û birîndarkirin. Gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan. Erebeyeke bombebarkirî hate teqandin. Her wiha terorîstan bi topên hewanê ji dûr ve êrîşî nuqteyên şervanên me kir. Tu zerar di nava şervanên me de çênebûn.

Topbaranê heta saetên êvarê dewam kir. Çeteyên rêxistina terorîst hewl da ji paş de êrîşî şervanên me bikin lê hewldanên wan ji aliyê şervanan ve hatin têkbirin.

Li eniya El-Baxozê car caran şerê demkî rû didin. Her wiha heta van kêliyan topbaran dewam dike.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî gelek derbe li ser cih û baregehên terorîstan pêk anîn. Di encama wê de gelek çete hatin kuştin. Lê hejmara wan nehate diyarkirin û gelek zirar gihîşt terorîstan.

Her wiha tîmên taybet ên girêdayî me yên rakirina mayinan gelek mayinên ku ji aliyê rêxistina terorîst ve hatibûn bicihkirin, hatin bêbandorkirin û hindek ji wan jî hatin teqandin.

Eniya Hecînê: Di navbera şervanên me û çeteyên rêxistina terorîst de şer derket. Terorîstan hemû cureyên çekan bi kar anîn. Şervanên me jî bi pêş de çûn. Piştî ku şervanan gelek mayînên ku ji aliyê rêxistina terorîst ve hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin, gelek baregehên çeteyên rûxandin. Gelek çek û cebilxane, di nav de kembereke teqemeniyan, ketin destê şervanan. Her wiha balafirên şer ên koalîsyonê êrîşî baregehên terorîstan kir.

Her wiha li wê eniyê şerên demkî derdikevin û heta van kêliyan didome.

Encama şer

- 8 terorîst hatin kuştin, 24 baregehên terorîstan hatin rûxandin, 3 topavêj hatin teqandin, 3 rêyên leşkerî ku çeteyan bi kar dianîn, hatin qutkirin. Dozerek û erebeyek hatin teqandin.

- 18 topavêj, erebeyeke bombebarkirî, kembereke teqemeniyan ketin destê şervanan û gelek mayin hatin bêbandorkirin.

- Balafirên Koalîsyona Navdewletî 35 derbe pêk anîn.”

(bx)

ANHA