Nexweşxane Avrîn bi derfetên kêm bê navber dixebite

Tevî derfetên kêm jî Nexweşxaneya Avrîn rojane xebatên tenduristiyê ji sedan welatiyan re pêşkêş dike.

9 kanûn, 2018   09:48

ARIF SILÊMAN - CAFER CAFO / ŞEHBA

Di encama êrîşên hovanê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê de û dagirkirina Efrînê di 18'ê Adarê de şêniyên Efrînê neçar man ji warên xwe derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê bi armanca pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê ji şêniyan re neçar man nexweşxaneyeke biçûk bi navê Avrîn (bi heman navî nexweşxaneya Efrînê ya sereke) veke.

Li kantona Şehbayê Nexweşxaneya Avrîn tekane nexweşxane ye. Mehane derdora 20 hezar nexweşan derman dike. Rojane zêdetirî 600 nexweş ji şêniyên Efrîn û Şehbayê diçin nexweşxaneyê.

141 kadroyên tenduristiyê di nexweşxaneyê de dixebitin

Di Nexweşxaneya Avrîn de 141 kadroyên tenduristiyê ji bijîşk, hemşîre, karker û endamên rêveber 24 saetan dixebitin. Di nav de 28 bijîşkên pispor, tevî tîma destwerdana lezgîn 70 hemşîre û 43 endamên rêveber û karmend di beşên cuda de dixebitin.

Beşên nexweşxaneyê

Nexweşxane ji beşên çav, hestî, zarok, pitik, guh û poz û qirik, niştergerî, hundirîn, gurçik, pêçan, radyasyon, taqîgeh, dermanxane û çavdêriya awarte pêk tê. 

Kêmasiyên derman û alavên tenduristiyê

Li gorî berpirsên nexweşxaneyê, alavên tenduristiyê yên pêwîst wekî alava radyasyonê ya tebeqî mihwerî û qetermîzên pitikan kêm in. Lê di van demên dawîn de rêveberiya nexweşxaneyê 4 qetermîzên pitikan peyda kirine lê dîsa jî ev hejmar kêm dimîne. Her wiha hindek derman li nexweşxaneyê jî kêm in.

Girêdayî mijara dermankirina şêniyan û pirsgirêkên ku rastî nexweşxaneyê tên, endamê Komîteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê Dr. Azad Sebrî ji ajansa me re axivî. Sebrî wiha got: "Wek Komîteya Tenduristiyê me hemû kadroyên tenduristiyê li kantona Şehbayê ji bo dermankirina şêniyan bi rêxistin kirin. Em li rex gelê xwe li Şehbayê li ber xwe didin. Rojane di navbera 600-700 nexweşan de serdana nexweşxaneyê dikin. Lê di dermankirinê de ji ber kêmbûna hindek dermaman em kêşeyan dikişînin."

Li gorî ku Serbrî bi ajansê re parve kir, nexwşxane bê pere xebatên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dike. Lê zêdebûna hejmara nexweşan li gel kêm alîkariyê rêxistinan, zexteke mezin li nexweşxaneyê dike. Her wiha Sebrî destnîşan kir ku tenê Heyva Sor a Kurd alîkariya wan dike.

Girêdayî heman mijarê her du şêniyên Efrînê Behcet Mihemed ê ji navçeya Cindirêsê û Mihemed Weqas ê ji navçeya Mabatayê got nexweşxane li gorî derfetên heyî nexweşan derman dike û tekez kir ku bijîşk û kadroya tenduristiyê bi erkên xwe yên mirovî li hember nexweşan radibin.

(şx)

ANHA