Rêya di navbera gundên rojava û rojhilatê Dêrazorê tê sererastkirin

Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde ya gundê El-Sawa yê Dêrazorê bi hevkariya komîteya xizmetguzariyê dest bi sererastkirina rêya di navbera gundê Hemar El-Elî û El-Zexîr de kir.

Rêya di navbera gundên rojava û rojhilatê Dêrazorê tê sererastkirin
Rêya di navbera gundên rojava û rojhilatê Dêrazorê tê sererastkirin
Rêya di navbera gundên rojava û rojhilatê Dêrazorê tê sererastkirin
Rêya di navbera gundên rojava û rojhilatê Dêrazorê tê sererastkirin
8 kanûn, 2018   13:37

DÊRAZORÊ

Di demên dawîn de li Sûriyê û bi taybet Ii herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke dijwar bariya. Di encama wê de gelek ziyan çêbûn û ji ber vê yekê jî şênî gazincan dikin.

Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde dest bi sererastkirina rêya di navbera gundê Hemar El-Elî û El-Zexîr (5 kîlometre) de kir. Ew rê gundên rojava û rojhilatê Dêrazorê bi hev ve dide girêdan.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Meclisa Şehîd Nedîm Şerîde Zekeriya Esaf got wan dest bi sererastkirina rê kir û destnîşan kir ku ew ê bi rêya dozeran rê sererast bikin.

Piştî ku herêm ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, ew rê bi awayekî zêde di aliyê bazirganiyê de tê bikaranîn û ji ber vê yekê jî xira bû û heta niha xebatên sererastkirinê didomin.

Meclisa Şehîd Nedîm û komîteya xizmetguzariyê da ku qezayên trafîkê li wê derê çênebin, dest bi sererastkirinê kir.

(bx)

ANHA