Li eniya Hecînê û Sûseyê 150 sivîlên din hatin rizgarkirin – Hate Nûkirin

Şervanên QSD‘ê  li bajaroka Hecînê û gundê Sûsayê 150 sivîlên din ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Li eniya Hecînê û Sûseyê 150 sivîlên din hatin rizgarkirin – Hate Nûkirin
7 kanûn, 2018   17:05

DÊRAZOR

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî dane, pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê ber bi Hecînê ve didome, şervanan îro li eniya Hecînê û gundê Sûseyê 150 sivîlên din ku piraniya wan jin û zarokên rizgar kirin û ew birin cihên bi ewle.

Şervanên QSD‘ê duh jî li eniya Hecînê 300 sivîl ên ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Li eniya Hecînê şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de didome. Şervanên QSD‘ê pêş de diçin.

ANHA