Meşa jinên ciwan gihaşt bajarê Dêrikê

Meşa jinên ciwan gihaşt bajarê Dêrik û ji aliyê gelên herêmê bi dirûşmeyên azadiya Ocalan hate pêşwazîkirin. Meş dê sibe ber bi gundê Eyn Dîwar ve berdewam bike.

Meşa jinên ciwan gihaşt bajarê Dêrikê
Meşa jinên ciwan gihaşt bajarê Dêrikê
Meşa jinên ciwan gihaşt bajarê Dêrikê
Meşa jinên ciwan gihaşt bajarê Dêrikê
7 kanûn, 2018   17:24

QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û rizgarkirina Rêber Ocalan serî hildin" meşek li dar xist. Meş dê 2 rojan dewam bike. 200 jinên ciwan ji hemû bajar û bajarokên herêma Cizîrê tev li meşê bûne.

Meş îro ji gundê Xana Serê yê girêdayî herêma Dêrikê, ber bi bajarê Dêrikê ve ketin rê û alên Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdkirin Ocalan û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê û hemû herêmên Sûriyê hatin berzkirin. Her wiha jinên tev li meşê bûne, piştgiriya xwe bi Leyla Guven û çalakiya wê ya greva birçîbûnê re diyar kir.

Rexmî baranê jî ciwanan meş ber bi bajarê Dêrikê  berdewam kirin û beriya çend kêliyan gihaştin bajêr. Li vir ji aliyê gel bi coş û berizkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Meş bi tevlîbûna şêniyên bajarê Dêrikê li nava kolanên bajêr geriyan û li ber Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer rawestiya.

Li vir deqeyeke rêz hate girtîn û axaftin hatin kirin. Rêvebera Yekiya Jinên Ciwan Jînda Munzur diyar ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin da Ocalan ji girtîgeha faşîzmeya rizgar bikin û dagirkeran ji Efrînê biqewitînin.

Jînda her wiha anî ziman ku serkefinên ku jinan bi dest xistine berhemên felsefeya Ocalan û got ew ê bi îradeya xwe ya azad Ocalan azad bikin.

Paşê senevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Jinên tev li meşê bûne dê îşv li bajarê Dêrikê bimînin û wê sibê meşa xwe ber bi gundê Eyn Dîwerê yê li ser sînorê bakurê Kurdistanê ve dewam bikin.

ANHA