Li hemberî siyasetên qirkirina çandî çalakiya hunerî

Li hemberî polîtîkeyên qirkirina çandî li Efrînê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê şevbêrkeke hunerî li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê li dar xist.

Li hemberî siyasetên qirkirina çandî çalakiya hunerî
Li hemberî siyasetên qirkirina çandî çalakiya hunerî
Li hemberî siyasetên qirkirina çandî çalakiya hunerî
Li hemberî siyasetên qirkirina çandî çalakiya hunerî
7 kanûn, 2018   16:40

ŞEHBA

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê wekî teqezî li ser berdewama berxwedanê û girêdane gel bi çand û kevneşopiyên xwe bi dirûşme "Ji bo rizgarkirina Efrînê bi rihê Neteweya Demokratîk tê bikoşin" şevbêrkeke hunerî û çandî li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan koma "Hêlza Avrîn" ya stranan çend stranên filklorî û şoreşgerî gotin.

Paşê jî koma Şehîd Viyan Soran a dîlanên filklorî ya taybet ji bo jinan dîlan pêşkêş kirin. Koma Çiyayê Mîra a stranan jî stranên filklorî û şoreşgerî gotin.

Di dawiyê şevbêrkê de beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ANHA