Li Şehbayê 128 şagirt tevlî ezmûna zimanê Kurdî bûn

128 şagirtên zimanê Kurdî yên her sê astbi dawî kirin tev li ezmûnan bûn.

Li Şehbayê 128 şagirt tevlî ezmûna zimanê Kurdî bûn
7 kanûn, 2018   14:44

ŞEHBA

Komîteya Zimanê Kurdî ya kantona Şehbayê beriya du meh û nîvê perwerdeyeke zimanê Kurdî yên her sê astan ji bo 128 şagirtên kantona Şehbayê dabû destpêkirin.

Kesên ku tev li perwerdeyê bibûn ji Kurd û Ereb ên navçeyên Ehdas, Til Rifet û Ehrisê bûn. Di dewreyê de tîp û rêgezên zimanê hatin dîtin.

Piştî qedandina dewreya perwerdeyê şagirtin tev li ezmûnan bûn.

Ezmûn li dinbistana navçeya Ehdasê pêk hat.

Li gorî mamosteyên zimanê Kurdî şagirtên asta yekemîn û duyemîn dê perwerdeya xwe berdewam bikin û yên asta sêyemîn jî dê li dibistanan bêne belavkirin ji bo perwerdeyên zimanê Kurdî bidin.

ANHA