Dîmenê çalakiya li Qilabanê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qilabanê weşand, ku ji sê baskan ve hatibû kirin û herî kêm 10 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Dîmenê çalakiya li Qilabanê hate weşandin
7 kanûn, 2018   11:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV, dîmenê çalakiya 24'ê Mijdarê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê weşand. Çalakî ji 3 baskan ve li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hatibû kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hatibû ragihandin ku 10 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.