Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê

Ji fermandarên YPJ'ê Bêrîtan Hemo (Têkoşîn Welat) ku di sala şehadeta têkoşer Bêrîtan Dêrsim de tê dinê bi fedakariya xwe ya ji bo parastina xaka xwe wekî sembola jina Kurd a azad nîşan da. Bêrîtan di şerê li hemberî çeteyên El-Nusra yên li dijî Serêkaniyê piştî berxwedaniyeke bê hempa tev li kerwanên şehîdên têkoşîna azadiyê dibe.

Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
Li ser şopa Bêrîtan Dêrsim, Bêrîtana Serêkaniyê
7 kanûn, 2018   05:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Bêrîtan Hemo jineke Kurd e ku hemû bend û qanûnên paşverû yên li ser jinan hatine ferz kirin şikand û dest bi têkoşîna parastina welatê xwe kir.

Bêrîtan sala 1992'an li bajarê Serêkaniyê jidayik bû. Wekî tê zanîn ev dîrok ji bo gelê Kurd mîna sembolekê tê dîtin ku di vê rojê de têkoşera Tevgera Rizgariya Kurdistanê Bêrîtan Dêrsim li Başûrê Kurdistanê çalakiyeke fedayetî li hemberî faşîmaya Tirkiyê û îxameta Pêşmergeyan pêk anî bû û gihaşt şehadetê.

Çalakiya şehîd Bêrîtan Dêrsim ji bo hemû jinên Kurd bû hêza berxwedan û têkoşînê. Bi şehadeta wê artêşa jin hate avakirin û bi hezaran jinên ji bo doza xwe tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn.

Di sala çalakiya şehîd Bêrîtan de, li bajarê Serêkaniyê zarokeke keç tê dinê, malbat navê Bêrîtan lê dike.

Dayika Bêrîtan, Sebo dibêje ku wê navê keça li Bêrîtan kir ji ber ku exlaq û lehengbûna şehîd Bêrîtan Dêrsim.

Bêrîtan Hemo, di malbateke welatparêz di nava 5 bira û 2 xwişkan de mezin dibe. Malbata Hemo debara xwe ji çandiniyê peyda dikir.

Malbat ji ber rewşa madî ya ne baş di sala 2004'an de diçin Şamê, ji ber vê yekê Bêrîtan xwendina xwe ya asta seretayî berdide.

Li Şamê jî malbatê çalakiyên tevgera azadiyê domandin.

Bi destpêka Şoreşa Rojava re malbata Hemo ji Şamê vedigere Rojava,  li vir Bêrîtan cihê xwe di nava şoreşê de digere. Di vê çarçoveyê de ciwan bi rêxistin dikirin û ew tev li YPG û YPJ'ê dikirin, her wiha wan fêrî bikaranîna çekande dikirin.

Bêrîtan bi rêbazê xwe yê nerm dihat naskirin, dikar kesayeteke bi hêz ku karibe jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi rêve bibe ava bike.

Ji ber kesayeta xwe ya bi hêz û îradeya xurt erka fermandariya Yekîneyên Parastina Jin rakirin û beşdarî gelek pêngavên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê ji rêjîmê û komên çete yên mîna El-Nusra û DAIŞ'ê dibe.

Hevala Bêrîtan Çavreş li ser kesayeta hevala xwe dibêje ku Bêrîtan di demeke kurt de cihê xwe di endamtiya Meclia Leşkerî ya YPJ'ê de bigire, li gel wê şervanên nû perwerde dikirin.

êrîşên li dijî Rojava hatin kirin ji Serêkaniyê dest pê kir. Di sala 2013'an komên çete yên Cebhet El-Nusra bi desteka Tirkiyê êrîşî herêmê kirin. Gelê herêmê li hemberî êrîşan berxwedanî kirin û êrîş vala derxistin.

Bêrîtan ku cihê xwe vê şerî de digre piştî berxwedaneke bêhempa birîndar dibe û bi çend hevalên xwe re êsîr dikeve destê çeteyan û heya demekê di destê çeteyan de dîl dimîne.

Di encamê peyamana veguhertina êsîran Bêrîtan û hevalên xwe serbest têne berdan.

Piştre Bêrîtan diçe malbatê dibîne. Dayika Bêrîtan van kêliyan vi van gotinan bi bîr tînin "Bêrîtan xwest ez pore wê hine bikim, piştî hine li serê xwe dike, hevalên wê axivîn û agahî dane ku şer li Serêkaniyê giran bûye û divê were. Bêrîtan jî porê xwe dişo û derdikeve."

Hevala Bêrîtan Amara dibêje dibêje, "Bêrîtan bê navber şer dikir û birîndar jî derman dikir, ez yek ji birîndaran bû, Bêrîtan birîna min pêçand."

Di vê şerê de, di 24'ê Gulana 2014'an Bêrîtan Hemo bi nasnav Têkoşîn Welat li gundê Rawyayê tev li kerwanê şehîdan dibe.

ANHA