ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.12.2018
7 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca piştgiriya çalakiya girava birçîbûnê ya Leyla Guven li navçeya Çil Axa çalakiyên girava birçîbûnê dest pê dikin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Qamişlo ji bo endamê HPC‘ê Hozan Elî merasîmê sersaxiyê li çerxerêya Xelîc tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên YPJ'ê Bêrîtan Hemo (Têkoşîn Welat) ku di sala şehadeta têkoşer Bêrîtan Dêrsim de tê dinê bi fedakariya xwe ya ji bo parastina xaka xwe wekî sembola jina Kurd a azad nîşan da. Bêrîtan di şerê li hemberî çeteyên El-Nusra yên li dijî Serêkaniyê piştî berxwedaniyeke bê hempa tev li kerwanên şehîdên têkoşîna azadiyê dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Navîskar û siyasetmedarê muxalif ê serbixwe yê Sûrî Ehmed El-Durzî destnîşan kir ku Tirkiyê di pêkanîna lihevkirina Idlibê de xwe derengiyê dixe, ji ber ku planên wê yên  dagirkirina herêmê e biser neketine. El-Durzî diyar kir ku çareseriya Sûriyê bi hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê ne pêkane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Fatme El-Şerq got danûstandina Sûrî-Sûrî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û bi dawîkirina hemû şêwazên dagirkirinê li ser xaka wê rêya herî baş e û her wiha tekez kir ku her civîke li derveyî Sûriyê li dar dikeve wê temenê aloziyê dirêj bike.

JIN

- Ji bo  xurtirina jiyana civakî ya hevpar û pêşxistina aboriya civakî, bi taybet aboriya jinan, Mala Kooperatîfan a Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê amadekariyên vekirina 2 kooperatîfan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Koçberên Dêrazorê yên ku ji ber faşîzmaya DAIŞ‘ê xwe li kampa Sed ya navçeya Erîşê ya başûrê kantona Hesekê girtine piştî ku çadirên wan di bin avê de man û telif bûn tengasiyan dikşînin, rêxistinên mirovî rewşa wan paşguh kirine.

-Werşeyên sererastkirinê ya Girînendeya Kehreba ya Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê xebatên sererastkirina xetê kehrebe didomîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata şehîd Ebû Tariq a ji Reqayê ye mînaka malbateke berxwedêr û fedakariyê ye. Kurê malbatê yê biçûk û bavê malbatê şehîd bûne û endamekî din ê malbatê bi giranî birîndar bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Kobanê xeta avê gihand taxa nû ya bajarê Kobanê ku piştî şerê Kobanê hatiye avakirin. Her wiha xebatên şaredariyê yên çêkirina kanalîzasyonê jî berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA