Aliyên dijber ên Yemenê berê xwe da Swêdê

Şandeyek ji hikumeta Yemenê ya piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigire û şandeyek ji Hûsiyan di bin çavdêriya navneteweyî de ji bo danûstandinên bidawîkirina şerê li Yemenê, berê xwe da Stockholmê.

Aliyên dijber ên Yemenê berê xwe da Swêdê
5 kanûn, 2018   11:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Yemenê ji ajansa Reutersê re diyar kir ku şandeya ku nûnertiya hikumeta serokê Yemenê Ebid Rebo Mensûr Hadî dike, ji Erebistan Siûdî ji bo ku beşdarî danûstandinan bibe, derket.

Şandeya Hûsiyan jî bi balafireke Kuwêtê û bi sefîrê Kuwêtê yê li Yemenê Fehid El-Mîi û nûnerê navneteweyî Martin Griffiths re berê xwe da Stockholmê. Martin Griffiths garantiya vegera Hûsiyan piştî danûstandinan da. Ji dêvla 12 kes ji şandeya Hûsiyan biçûna danûstandinan, ji ber ku di navbera wan bi xwe de lihevkirin tune ye, 8 kes çûn.

Hate zanîn ku mijara bingehîn a danûstandinan dê ji bo damezirandina desteya hikumeta derbasbûnê be.

(ekîb)