‘Sûcên li Efrînê berpirsyariya Dadgeha Sûcên Navnetewî ye’

Navenda Belgekirina Binpêkirin û Destdirêjiyên li Bakurê Sûriyê diyar kir ku destdirêjiyên ku li Efrînê û herêmên di bin serweriya çeteyên "Mertala Firatê" ya Bakurê Sûriyê de rû didin dikeve çarçoveya sûcên dij mirovahî û sûcên şer û piştrast kir ku Tirkiye sûc pêk anîne û ev yek berpirsyariya Dadgeha Sûcên Navnetewî ye.

‘Sûcên li Efrînê berpirsyariya Dadgeha Sûcên Navnetewî ye’
4 kanûn, 2018   11:17

QAMIŞLO

Komcivîna ku di roja xwe ya sêyemîn û dawî de berdewam e, raporên der barê destdirêjiyên Tirkiyê li Efrînê û Bakurê Sûriyê û serjimariyên ku Navenda Belgekirina Binpêkirin û Destdirêjiyên li Bakurê Sûriyê amade kirine hatin xwendin.

Di raporê de wiha hate gotin:

"Hêzên Tirkiyê bi hevkariya komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî wê sûcdariya xwe li Efrînê der heqê welatiyan de berdewam dikin. Evan destdirêjiyên hovane weke kuştin, revandin, îşkencekirin, koçberkirin û desteserkirina mal û milkên giştî û taybet li rex qirkirina çandî ya li dijî nasnameya civakî ya welatiyên Efrînê.

Destdirêjiyên rojane ku li Efrînê û herêmên di bin serweriya "Mertala Firatê" yên Bakurê Sûriyê de ne dikevin çarçoveya sûcên dijmirovahiyê û sûcên şer û ne tenê kuştin, dersînorkirin, girtin û îşkence ye, lê belê bi armanca pêkanîna çalakiya guhertina demografîk welatî tên koçberkirin û ev yek zelal "qirkirina etnîkî" pêk tîne.

Navenda Belgekirina Binpêkirin û Destdirêjiyên li Bakurê Sûriyê di şopandina xwe de karibû bi sedan rûdanên destdirêjiyê ji dema dagirkirina dewleta Tirk li Efrînê ve belge kirin. Encamnameyên van belgeyan jî di dawiya mehan de ji Hizêrana 2018'an ve tên weşandin û têde behsa lêhûrbûnên van destdirêjiyan tê kirin.

Serjimariya destpêkê destdirêjiyên ku hêzên leşkerî yên Tirkiyê û komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî wê ku beriya niha di bin ala Artêşa Azad a Sûriyê yan DAIŞ yan jî El-Qaîdê de şer dikirin, li Efrînê ji 1'ê Hizêranê heta 30 Mijdara îsal ve digire nava xwe û ew jî wiha ye:

150 welatiyên sivîl di nava wan de temen mezin, 15 jin û 22 zarok jî hene, hatine kuştin. 4200 kes hatin revandin û girtin. 900 kes di encama bi sermalan de hatin û teqîna mayînan de birîndar bûne yan jî di encama îşkenceya çekdaran de.

76 kes ji ber encama şerê di navbera komên çekdar de li taxên welatiyan hatin kuştin. 45 navendên perwerdehî û sivîl veguherîne baregehên leşkerî. Gelek malên welatiyan hatine desteserkirin û veguherîne zîndan û baregehên leşkerî. Gelek malên welatiyan bi zanebûn hatine şewitandin û gelek malên din jî hatin hilweşandin. Her wiha bêtirî 1200 gor hatin rakirin û riya vegera welatiyan girtin. Artêşa Tirk 22 êrîşên ezmanî li nêzî deverên ku welatiyên sivîl têde ne pêk anîn.

Her wiha xirac di bin navê zekatê de ji welatiyan distînin û gelek welatî ji malên wan hatin derxistin û malên wan veguhertin navendên olî û welatiyên Êzdî neçarî nimêja îslaman dikirin. Her wiha wergirtina hilberînê li welatiyan qedexe kirin û gelek zeviyên welatiyan desteserkirin. Hilberîna zeytûnan jî desteser kirine û darên zeytûnan ji bo firotina êzingan hildikin.

Rewşên ku bi nav û wêneyan û çavdêriyan hatine belgekirin, ji sedî 30 ji giştî destdirêjiyan derbas nake. Niştecîkarên nû ku di destdirêjiyan de hevkariya komên çekdar dikin gelek malên welatiyan desteser kirine û welatiyên Efrînê ji bo hilberînên xwe ji zeytûn û fêkiyan werbigirin qedexe kirin û destên wan jî di van sûcan de hene.

Tirkiye li Efrînê sûcên şer pêk anîne û ev berpirsyariya Dadgeha Sûcên Navnetewî ye

Danûstandinên Tirkiyê li Efrînê mînaka herî ber bi çav a sûcên dijmirovahiyê ne. Eger cîhan baweriyê bi nirxên saziyên xwe dike, bê guman dê van sûcan weke heyî bi nav bike û dê hewl bide rawestîne û cezakirina kujeran misoger bike."

ANHA