Aldar Xelîl armancên dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê diyar kirin

Berpirsê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl armancên artêşa Tirk a dagirke ji dagirkirina Efrînê diyar kirin û destnîşan kir ku li Efrînê sûcên şer û qirkirinê pêk tên.

Aldar Xelîl armancên dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê diyar kirin
Aldar Xelîl armancên dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê diyar kirin
Aldar Xelîl armancên dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê diyar kirin
Aldar Xelîl armancên dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê diyar kirin
Aldar Xelîl armancên dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê diyar kirin
2 kanûn, 2018   13:24

QAMIŞLO

Xebatên beşa yekemîn a komcivîna "Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê" ku li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo tê lidarxistin, didomin. Piştî axaftina David Philips, berpirsê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî.

Xelîl diyar kir ku şoreşa demokratîk li Bakurê Sûriyê girêdanên di navbera gel û pêkhateyên herêmê de zindî û xurt dike, tevî pirrengiyê gelên herêmê li hev kom dibin û wiha dewam kir: “Ji bo şoreşa  xwe tê dikoşin û hewl didin armancên wê yên demokratîk pêk bînin û rêveberiyeke azad ava bikin. Dewletên ku dixwazin alozî û parçebûn dewam bike, şoreşa demokratîk wek xetereyekê li ser hebûna xwe dibînin, ji lew re bi hemû rêbazan êrîşî şoreşê dikin.

Herêma Efrînê di navbera stratejiya Tirkiyeyê û projeya wê ya guhertina nasnameya wê de

Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagiker hebûna projeyên demokratîk wek xetere li ser herêmê bi nav dike, her wiha ji Efrînê ditirse ji ber ku xetereyê li ser stratejiya xwe ya sed salî dibîne.

Aldar Xelîl armancên dewleta Tirk a dagirker ji dagirkirina Efrînê wiha diyar kirin:

1-Bi rêya pêkanîna polîtîkaya qirkirina etnîk û tirsandina sivîlan, dixwazin projeya qirkirinê berdewam bikin.

2-Alternatîfa çeteyên DAIŞ`ê peyda bikin da ku di rewşa Sûriyê de serwer be, ji ber ku bi tunekirina terorê rola Tirkiyeyê li Sûriyê kêm dibe.

3-Nahêlin tu projeyên demoratîk li Bakurê Sûriyê li ser esasê demokrasiyê û jiyana hevbeş werin avakirin. Ji ber ku projeya demokratîk çareseriya aloziya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn e û li pêşiya projeya Erdogan ku navê îslamê bang dike, dibe asteng.

4-Dagirkirina xaka Sûriyê, li rojavayê çemê Firatê ji bilî herêma Efrînê dewleta Tirk a dagirker Cerablûs, Ezaz, Bab, Idlibê û di demên dawîn de Heleb dagir kirine, lewre pir dixwest Efrînê jî dagir bike.

5-Di hilbijartinên Tirkiyeyê yên pêşwext de zêdetir dengê kesên şovenîst û faşîst bigire.

6-Roleke mezin di pêşeroja Sûriyê de bilîze, lê şêwaza Tirkiyeyê bû sedem ku gelek nakokî di navbera NATO û Rûsyayê de derkevin. Her wiha dixwestin Mûsil û Helebê jî dagir bikin. Ji ber wê herêma Efrînê bû armanca wî ya stratejîk da ku projeyên xwe yên guhertina demografyaya herêmê dewam bike. Her wiha projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê tevahiya erdnîgariya Sûriyê asteng bike. Di heman demê de, Tirkiye xwe li Sûriyê ferz bike û bi vê yekê jî rola xwe di aliyê herêmî û navneteweyî de zêde bike.  

7-Mîsogeriya berdewamkirina aloziya Sûriyê heta ku dewleta Tirk a dagirker berjewendiyên xwe bi dest bixe, dûrî êş û zehmetiya gelê Sûriyê.

Sedemên êrîşên li dijî herêma Efrînê

1-Herêma Efrînê di aliyê civakî de girîngiyeke xwe heye, ji ber ku bi pirrengiya xwe navdar e û li gorî projeya demokratîk û sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe bi rêxistin kirine. Her wiha herêma Efrînê xeleka sereke ye ku dikare her sê herêman bike yek, piştî rizgarkirina Minbicê tenê çend kîlometre dimîne ku her sê herêman bi hev ve girê bide.

2-Tirsa ji pêşdeçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê ku li herêmên di bin serweriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk (Ezaz, Bab, Cerablus û hwd) de berfireh bibin û îhtîmala ku ev hêz Idlibê jî ji milîs û terorîstên ser bi Tirkiyeyê ve rizgar bike.

3-Hemû astengiyên ku li pêşiya hemû êrîşên muhtemel li dijî bajarê Helebê û gundewarên wê, heya herêma rojavayê çemê Firatê, Idlib û Berava Sûriyeyê bêne rakirin.

4-Erdogan dixwaze Efrînê ji bo terorîstên xwe mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê mîsoger bike û wan li wir kom bike. Her wiha Efrînê wek herêmeke ewle di bin serweriya xwe de îlan bike, paşê jî wan ji bo pêkanîna ejnîdeyên xwe li Sûriyê bi kar bîne.

Serweriya rêjîma Erdogan li ser herêma Efrînê gaveke pêş ber bi eniyên pêşîn li hemberî rêjîma Sûriyê, Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê, hêzên Rûsyayê, hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye. Ev yek li hemberî NATO'yê ne dijberiyek e, lê belê dikeve xizmeta stratejiya wê ya xwefirehkirinê û baregehên Rûsya û hevkarên wê dorpêç dike. Lê dibe ku ev yek encamên xeternak bi xwe re bîne û bandoreke neyînî li rêjîma Erdogan bike. Dagirkirina Efrînê derfet û hêviya Herêma Başûrê Kurdistanê ya xwe azadkirina ji hegemonyaya Tirkiyeyê ya li ser rêyên bazirganî û petrola Başûrê Kurdistanê têk dibe. Nemaze ji ber ku Tirkiye serweriya hemû dergehên Başûrê Kurdistanê dike. Di encama van hemû geşedanên li herêmê de dibe ku hevgirtina hemû aliyên ku rêjîma Erdogan gefan li wan dixwe, pêk bîne da ku li hemberî rêjîma wî hişk li ber xwe bidin û dijberiya hevkarên duh bikin û dozên îro jî winda bikin.

Encamên dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê

Xelîl destnîşan kir ku projeya guhertina demografîk metirsiyeke mezin li ser nasnameya resen a Efrînê ye ku welatiyên sivîl û mal û milkên wan hedef digirin û wan koçber dikin. Her wiha saziyên xizmetguzarî, deverên dîrokî hildiweşînin û welatiyan bi dar vedikin û destdirêjiyê li cenazeyan dikin û çekên pêşketî li dijî welatiyan bi kar tînin. Her wiha ala Tirkiyeyê bilind dikin û zimanê Tirkî jî li dibistanan ferz dikin û textenavên pênasekirinê li ser saziyan dadiliqînin û navên gund û deveran vediguherin navên Tirkî. Dagirkeran sembola dîrokî ya Kurdan peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin û heman siyasetê li bajarên din ên weke Cerablûs, Bab û Ezazê didin meşandin.

Xelîl wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tişta herî bêexlaqî di dema dagirkeriya li Efrînê de ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl û leşkerên Tirk hatin kuştin. Erdogan vê dagirkeriya xwe wek madeyeke çapemenî bi kar tîne û ji bo çespandina desthilatdariya xwe û derbeya li dijî demokrasiyê ku di bingeh de li Tirkiyê lawaz e, propagandaya xwe dike."

Xelîl da zanîn ku eşkere ye bêdengiya navneteweyî piştgiriya vê yekê dike. Tirkiye hewl dide vê dagirkeriya xwe rewa bike da ku derxistina wê ji Efrînê dijwar bibe. Artêşa Tirk gelek xendek li derdora gelek gundan kolandin da ku rêya vegera welatiyan bigire û wiha domand: "Doza herî girêkok bêdengiya navneteweyî ye û rêjîma Erdogan jî eşkere raya giştî tevlihev dike. Tevî ku her kes rastiyê baş dizane û baş dizanin ku der heqê herêma Efrînê de siyaseteke qirkirinê tê meşandin. Weke diyar dibe ku daxwazeke xurt ya derxistina tevliheviyê di navbera gelên Kurd, Ereb û Tirkan de heye û dixwazin herêmê ber bi şerekî nijadî ya hilweşîner ve bibin da ku karibin bi hêsanî serweriya xwe ferz bikin û di demên pêş de bêtir bandorê li wan bikin.

Xelîl got ku rêjîma Erdogan di stratejiya xwe de xwe dispêre hêza leşkerî ya artêşa Tirk û çekên wê yên pêşketî û pişta xwe bi hejmarekî mezin ji terorîstan li ser asta giştî Rojhilata Navîn xurt dike ku ji ber beşdarbûna wan a şerên wekî Groznî, Afganistan, Iraq û hin deverên din di şer de pispor in û wiha anî ziman: "Rêjîma Erdogan her wiha ji teknolojiya leşkerî ya pêşketî bi taybet ya NATO'yê sûdê werdigire."

Xelîl destnîşan kir ku hêzên Tirkiyeyê û komên terorîst û çete yên girêdayî wê qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê binpê dikin û sûcên şer dikin. Her wiha destdirêjiyên metirsîdar der heqê mafên mirovan de di dema êrîşa xwe ya di bin navê "Şaxê Zeytûnan" de pêk anîn. Van hêzan ku fermana xwe rasterast ji rêjîma Erdogan werdigirtin derbe li projeya demokratîk a tekane û ewle li ser cografyaya Sûriyê dan. Her wiha bi hezaran welatiyên sivîl bi darê zorê ji warên wan koçber kirin.

Xelîl dibîne ku siyaseta koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk gefan li mozayîka civakî ya Sûriyê û nasnameya wê ya niştîmanî dixwe. Nemaze ji ber ku aloziyê kûrtir dike û welat û civakê parçe dike. Her wiha derbasbûna ajandeyên derve yên nû hêsan dike û ji bo hesabxwestina di navbera hêzên navneteweyî, herêmî û hundirîn de aloziyê berdewam dike.

Xelîl ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê binpêkirineke eşkere ya pîvan û hevpeymanên navnetewî ye û di asta sûcên şer de ye, nemaze li gorî sîstema Romayê ya bingehîn ya Dadgeha Sûcên Navneteweyî ye ku di 17'ê Tîrmeha 1998'an de hatiye erêkirin, her wiha hevpeymana rêgirtina li pêşiya komkujiyan a sala 1948'an, Hevpeyana Cinêvê ya Çaremîn a ji bo parastina welatiyên sivîl di demên şer de ku di 12'ê Tebaxa 1949'an de hatiye îmzekirin. Her wiha projeya belgekirina sûcên li dijî aştiya mirovahiyê û ewlehiya wê ya salên 1954 û 1996'an û Hevpeymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan."

Divê gelên cîhanê zextê li hikumetên xwe bikin da ku alîkariya Efrînê bikin

Xelîl bang li gelên cîhanê kir ku zextê li hikumet û saziyên xwe bikin û zextgê li saziyên hiqûqî û hikûmî bikin da ku alîkariyê bi welatiyên herêma Efrînê re û gelên di bin nîrê aloziya Sûriyê de dijîn, bikin. Her wiha hebûna Tirkiyê di Efrînê re derqanûnî û derveyî pîvanên navneteweyî bi nav bikin û rasterast weke dagirker bi nav bikin.

Xelîl wiha dawî li rapora xwe anî: "Kesên baweriyê bi demokrasiyê dikin û weke çareseriya dixwazin û bi salan ji bo wê li hemberî êrîşan li ber xwe dane bê guman serkeftin para wan e. Aliyên ku dîrok û niha û paşeroja wan xwedî şehîd in bêguman serkeftin para wan e. Efrîn jî wisa ye û bêguman dê bi ser bikeve."

(ekîb)

ANHA