Asayîşê ofîsa RJAK ya li Ranya girt

Hêzên asayîşa bajarokê Ranya bi ser ofîsa RJAK’ê ya li Ranya da girtin. Ofîs hat girtin.

Asayîşê ofîsa RJAK ya li Ranya girt
28 mijdar, 2018   18:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên asayîşa bajarokê Ranya bi ser ofîsa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ya li bajarokê Ranya da girtin û ofîs hat girtin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê, rêxistinek taybet ya jinan û li Başûrê Kurdistanê mafê jinan diparêze. RJAK di 25’ê Mijdara îsal de, ofîsa xwe li Ranya vekirî bû.