Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn

Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Mijdarê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr anîn.

Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Mijdarê li Qamişlo hatin bi bîranîn
28 mijdar, 2018   16:55

QAMIŞLO

Bîranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin.

Merasîmê bîranînê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji fermandarên YPG‘ê Alan Qamişlo di kesayetên şehîdên meha Mijdarê de hemû cangoriyên azadiyê yên ku ji bo rûmeta gelê bedena xwe kirine mertal bi bîranîn.

Alan Qamişlo got: "Dagirkeriya Tirkiyê gefan li gelê Kurd dixwe, îradeya gel û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin dikin hedef. Lê ne mumkin e ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê îradeya gelê me têk bibe, ji ber îradeya me xwe dispêre şehîdan. "

Bi navê Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asya axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bêrîtan Asya bal kişand li ser binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelê Rojavayê Kurdistnê û ev tişt got: "Dagirkeriya Tirkiyê hewl dide destkeftiyên Şoreşa Rojava ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin têk bibe. Me dît ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê heya dest avêtin mezarên şehîdên Efrînê, lê wê nikaribin îradeya gel têk bibin."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin.

Di dawiya bîranînê de find li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

ANHA